Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin

  • jin
  • 14:23 8 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Qeyûm, êrişa li dijî pergala hevserokatiyê û îradeya jinan e. Ji Îzmîrê heta Colemêrgê em serhildana xwe ya li dijî qeyûm mezin dikin.” 
 
Rêxistinên jinan ên li Îzmîrê ji bo piştevaniya bi “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşma “Jinên Îzmîrê qeyûm naxwazin”  daxuyanî dan. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Piştevaniyê Mor, Pîrebokên Kampusê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Tevgera Zanîngehên Azad, Jinên ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û jinên ji Tevgera Jinên Sosyalîst (SKH) tev li bûn. 
 
‘VÎNA GEL NEHAT NASKIRIN’
 
Endama Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez li ser nave rêxistinên jinan daxuyanî da. Orkmez, got ku tifaqa AKP-MHP’ê encamên hilbijartinê qebûl nekiriye, îradeya gel û jinan nas nekiriye û cara sêyemîn qeyûm li Şaredariya Colemêrgê tayîn kiriye. Orkmez, wiha domand: “Li rexekî mafên jinan ên hatine bidestxistin xesp dike, li rexa din jî siyaseta xespkirinê bi rêya qeyûman didomîne. Ev 8 sal in qeyûmên li îradeya gelê kurd û jinan hatine tayînkirin, polîtîkayên dijminatiyê yên îktîdarê meşandin.” 
 
'QEYÛM ÊRIŞEKE LI DIJÎ HEVSEROKATIYÊ YE’ 
 
Bi domdarî Orkmez anî ziman ku qeyûm, êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê û rêgeza nûnertiya wekhev e û wiha derbirî: “Îktîdar dixwazin rêveberiyên herêmî veguherîne qada xwe ya tehekûmê. Îktîdar hewl dide vê avadaniya zordariyê li herêman bidomîne. Lewma li serokatiya şaredariyê, endamtiya meclisê, serokatiya daîreya jinê ku herî zêde nûnertiya me jinan li wir hene; hewl da zilamên hîzbûllahî yên jin bi girêka beraz qetil dikin bi cih bikin. 
 
'EM Ê SERHILDANÊ MEZIN BIKIN’ 
  
Orkmez, diyar kir ku jinên li Colemêrgê di hilbijartinê de li dijî siyaseta qeyûm dengê xwe dane edalet, wekhevî û azadiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Tu wateya qeyûman di nezera jinan de tune ye. Bila baş bizane ku em ê qebûl nekin ku li şûna Viyan Tekçe a bi îradeya gel hatiye hilbijartin walî weke qeyûm were tayînkirin. Ji Îzmîrê heta Colemêrgê em ê vî dengî û vê serhildanê bi hev re mezintir bikin. Şaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ye.”