Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e

  • jin
  • 09:06 17 Hezîran 2024
  • |

STENBOL - Jinan li dijî polîtîkayên desthilatê yên ku jinan hedef digirin bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha gotin: “Têkiliya di navbera tevgera jinên kurd û jinên femînîst ne tenê piştevanî ye, têkoşîna hevpar e.” 

 
Polîtîkayên desthilata AKP’ê her ku diçe bêhtir rê li ber êrişên li dijî destkeftiyên jinan vedike, bi her amadekirina qanûnekê destkeftiyeke din a jinan ji holê tê rakirin. Piştî Peymana Stenbolê ya ku li dijî tundiya mêr a li dijî jinê û tundiya di nava malê girîng bû betal kirin, Qanûna hejmar 6284, temsîliyeta wekhev, hevserokatî û mafê nafakayê jî tê hedefgirtin. Jin dikarin paşnavê xwe piştî zewacê jî bi kar bînin lê belê niha di Pakêta 9’emîn a Darazê de dê ev destkeftî jî ji holê were rakirin. 
 
Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên baviksalar ên destkeftiyên jinan hedef digirin, berdewam dike. Tevgera jinên kurd û tevgera femînîst a Tirkiyeyê li Stenbolê di çalakiya “Em ji Kobanê Heya Geziyê ji bo Edalet û Azadiyê Tên Ba Hev” de hatin cem hev û têkildarî êriş û têkoşînê axivîn. Femînîsta Serbixwe Fîlîz Karakûş û Seroka Komeleya Dema Jinê Ye Dîlek Başalan têkildarî têkoşîna hevpar a jinan axivîn. 
 
NE TENÊ PIŞTEVANÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Fîlîz Karakûş destnîşan kir ku çalakiyên Geziyê di dîroka têkoşîna hevpar de girîngiyekî xwe heye û anî ziman ku Gezi di serî de tevgera jinên kurd, bingehekî ku hemû derdorên li welat anî cem hev û wiha got: “Ji wê rojê ber bi îro ve tevgera jinên kurd û tevgera femînîst a jinan têkiliya xwe bêhtir xurt kirin. Têkiliya wan ne tenê piştevanî ye lê têkoşîneke hevpar e. Li dijî gelek pirsgirêkan tevgera jinên kurd û tevgera femînîst bi hev re têdikoşin. Me li Tirkiyeyê jî li herêma kurdan de jî li dijî cinayetan, mêtingeriya keda jinê, zextan û ji bo Peymana Stenbolê tune nebe bi hev re têkoşiyan û hêj jî têdikoşin.” 
 
TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ 
 
Karakûş bi bîr xist ku platforma Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) ku hemû jinan dicivîne heye û diyar kir ku rojevekî hevpar a jinan yek jî aştî ye. Karakûş bi bîr xist ku berî niha jî Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê hatibû avakirin û da zanîn ku dê jin ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Karakûş di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ne pêkan e ku beyî ku tevgera jinan a kurd û tevgera femînîst, li Tirkiyeyê têkoşînekî aştiyê were dayîn.”
 
‘JIN WARÊ JINÊ YE’
 
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî ev tişt gotin: “Em wek komele bi jinên li Stenbolê dijîn re xebatan dikin . Dema ku em dadikevin qadê an jî bi saziyan re dikevin têkiliyê, dema ku di nav xebatekî hevpar de bin em ferq dikin ku me mîrateyekî gelek xweş dewr girtiye. Em pêşxistina vê mîrateyê nîqaş dikin. Em di nav xebatekî de ne ku bêyî cihêkariya femînîst an jî tevgera jinên azad bikin parvekirinan dikin, kêmaniyên hev temam dikin, xebatê didomînin. Ev yek hêz û hêviyê dide hemû jinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn.”
 
Em wek jin ji kêliyên ji dayîkbûnê di malên xwe de, bi dayik û xwişkên xwe re piştevaniyê dikin. Pişt re bi têgihiştina tevgera jinê, tevgera femînîst em bi jinên li kolanan, kar, kargehê û dibistanê re jî piştevaniyê dikin. Ji ber em dizanin ku ji piştevanî û rêxistinbûnê bêhtir riyekî me nîn e. Jin warê jinê ye û em dizanin bê ka em ê vê yekê çawa ava bikin. Em ê bi piştevaniyê, her tim ji bo aştiyê gotinê ava bikin, mafê mirovan û azadiya jinê biparêzin. Em ê xweza, zarok û ajalên di erdnîgariya me de dijîn jî biparêzin û têkoşîna parastina mafên wan bidomînin. Ev têkoşîna ku têkildarî hev e gelek tiştan ji me re vedibêje.”