Li du bajaran êrişî jinan hate kirin

  • jin
  • 10:14 11 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE / KONYA - Li Enqereyê jina bi navê Lale Polat ku agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin. Li Konyayê jî Funda K. di wesayîta xwe de rastî êrişê hat û birîndar bû. 
 
Jina bi navê Lale Polat a 30 salî li mala xwe ya li navçeya Sîncanê ya Enqereyê hate qetilkirin. Li ser îxbarê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di mudaxileya ewil de komên tenduristiyê tespît kirin ku Polat jyana xwe ji dest daye. Hat tespîtkirin ku Polat ji pişta xwe ve hatiye kêrkirin û piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê wê rakirin morga Saziya Tipa Edlî. Hat zanîn ku Lale Polat û hevjînê xwe di qonaxa hevberdanê de bûn û di navbera wan de rageşî hebû. 
 
KONYA
 
Jina bi navê Funda K. a 28 salî jî li Konyayê bi awayekî birîndar hate dîtin. Hat zanîn ku Funda K. ji singê xwe hatiye birîndarkirin. Cîranên ku Funda K. bi birîndarî dîtin, bi wesayîta xwe birin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku xetereya li ser jiyana Funda K. didome. Polîsan di wesayîta Funda K. tê de bi birîndarî hatibû dîtin de lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê, destgirê Funda K. ê bi navê T.U. ku piştre hatibû nexweşxaneyê hate binçavkirin û birin emniyetê.