Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir

  • jin
  • 07:52 31 Gulan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê B.A. a 21 salî ku hewl dabû xwe bikuje, bi awayek birîndar li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê du roj berê B.A. ya 21 salî ku tê gotin hewl daye xwe bikuje, bi awayek birîndar li malê hatibû dîtin û ew rakiribûn nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. B.A. du roj bûn dihat dermankirin, duh bi şev tevî hemû mudaxileyên tibî jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê B.A. ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Hat îdiakirin kur B.A. hewl daye întîhar bike û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.