Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike

  • jin
  • 09:18 21 Gulan 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Fatma Tugrul Canoglu tevî pitika xwe ya 9 mehî di nava HDP’ê de xebatên hilbijartinê dimeşîne. Canoglu, bang li hemû jinan kir û diyar kir ku hemû jin ligel zarokên xwe dikarin tev li xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bibin. 

Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Parlamenterî û Serokomariyê re 33 roj man. HDP'ê xebatên xweyên nava gel zêde kir. Li Îzmirê jî jin, ciwan kal û pir tev li xebatên HDP’ê yên hilbijartinê dibin. Yek ji van kesan Fatma Turgal Canoglu ye.  Canoglu, tevî pitika xwe ya 9 mehî Hebûn xebatan dimeşîne. Canoglu, mal bi mal digere û xebatên HDP’ê dimeşîne. Canoglu, diyar kir ku ji bo zarok neyên kuştin û jiyanek wekhev û bi edalet pêş bikeve vê xebatê dimeşîne. Canoglu, bang li hemû jinan kir û xwest tev li xebatên HDP'ê bibin. Bi taybetî bang li dayikan kir û xwest tevî zarokên xwe tev li xebatan bibin. 
 
Canoglu, destnişan kir ku mal bi mal digerin û ji bo li dijî şer, binpêkirina mafan, li dijî bê edaletiyê dengê xwe bidin HDP û Selehattîn Demîrtaş gel ikna dikin. 
 
Canoglu, destnîşan kir ku dema ducanî bû ew binçavkirin û bi ser mala wê de girtin û wê demê netirsiya ye niha jî natirse û dê tu carî netirse û dê dengê xwe bide HDP’ê.