Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir

  • jin
  • 10:46 13 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya TAJÊ di çarçoveya kampanyaya “Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” serdana Bexdayê kir.
 
Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebatên kampanyaya “Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Fayîq Cabir re hevdîtin pêk anî.
 
Di hevdîtinê de mijarên wekî girtina kampên êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû ku dê heta meha tîrmehê hemû kampên êzidî lê ne werin girtin, vegera êzidiyan a Şengalê û dayîna alîkariya malbatan, êrişên Tirkiyeyê yên ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin niqaşkirin.
 
Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soza ku dê li ser mijarên ku niqaş kirine raweste, da.
 
Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.