Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê

  • jin
  • 09:16 12 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Jinên li Taxa Kamberiye ya Rihayê ku krîza aborî bandorê li wan dike, hewl didin bi bermayiyên di nava çopan de debara xwe bikin. Jinan ku gotin "tu tişt li ser sifreya me nema" behsa şert û mercên tê de ne kir. 
 
Jinên li taxa dîrokî ya Kamberiye ya Rihayê dijîn, bi her awayî bandorê ji krîza aborî ya li welêt dijîn. Taxa ku piraniya şêniyên wê ji sûriyeyê ne, rastî her cure xizaniyê tên. Hin jin ji ber nexweşînên xwe nikarin bixebitin û yên dixebitin jî serê sibehê zû bi erebokên xwe derdiekvin kuçeyan û çopê berhev dikin. 
 
‘EM JI MECBÛRÎ DIJÎN'
 
Ji şêniyên taxê Hatîce Gulmen Ertaş a 56 salî, anî ziman ku ji ber nexweşînên xwe nikare bixebite. Ertaşê ragihand ku ew du kes li mal dijîn û got ku bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dikin. Ertaşê bilêv kir ku 30 sal in li Taxa Kemberyeyê ne û got ku bi taybetî di 10 salên dawî de di warê debarê de pir zehmetî kişandine. Ertaşê wiha domand: "Xaniyê me yê bi sobe ye, lê kuleka wê şkestiye. A rast em ji mecbûrî dijîn. Kemberiye berê taxeke xweş bû, lê niha di vî halî de ye. Jin ji bo debara xwe bikin, serê sibehê radihêjin erebokên xwe û heya eşayê çopê berhev dikin." 
 
Ertaşê da zanîn ku ji sedî 50'î astengdar e û got ku nikare bixebite. Ertaşê diyar kir ku meaşê teqawidbûyînê têra wan nake û got: "Ji ber bihabûnê tu tişt li ser sifreya me nemaye. Berê me goşt dixwar, lê niha em nikarin penêr jî bistînin." 
 
JI BER ŞER REVIYA, NIHA JI BO JIYANÊ TÊDIKOŞE
 
 
Aliye Alî Şêxo ku ji Reqayê reviyaye hatiye Rihayê, anî ziman ku gava şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriye ji bêgavî dest ji welatê xwe berdane û hatine vir. Şêxoyê ragihand ku di şer de 3 birayên wê û gelek xizmên wê jiyana xwe ji dest dane û got ku niha li Taxa Kemberiyeyê di xaniyekî duodeyî de dimîne û ji ber nexweşînên xwe nikare ji nava ciyan rabe. Şêxoyê got: "NIha li Reqayê keskeî me nemaye. Kurekî min li derveyî welêt e. Ew car carinan pereyan dişîne û weqf jî dide me. Lê em bi zorê debara xwe dikin. Ez 9 sal in li vir im, lê dewletê heya niha qoliyek alîkariyê jî nedaye min. Ez bi tena serê xwe dimam, lê ji ber ez ji nigê xwe emeliya bûm keça min tê cem min."
 
Menan Ûgla (27) jî tevî 5 zarokên xwe li ber xwe dide. Ûgla di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de mecbûr maye ji Helebê koçî Rihayê bike. Ûgla ku barê debara malê li ser milê wê ye, her sibeh saet di 9'an de radihêje ereboka xwe û heya êvarî çopê berhev dike. Ûgla ku jiyanê wekî "westandin û xebatê" xulase kir û got: "Gava ez li derv dixebitim keça min a mezin (9) li malê û zarokan mêze dike. Tenê weqfeke alîkariyê pereyan dide me. Lê ev pere jî ancax têra heqê ceryan û avê dike. Em tiştên xwe bi deyn dikirin. 3 sal in ez kurê xwe yê biçûk jî bi xwe re dibim kar. JIxwe barê kar pir zehmet e û bi ser de ez her roj li kuçeyan rastî taciz mêran têm." 
 
MA / Ceylan Şahînlî