Akat: Berxwedana jinan hesabên li Rojhilata Navîn xirab kir

  • jin
  • 10:29 13 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Berdevka KJA'yê ya ku hat girtin Ayla Akat Ata diyar kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin, berxwedan û itiraza jinê wekî "hesabekî ku li bendê nebûn" şîrove kir û wiha got: "Hemû hesab bi berxwedan û têkoşîna jinê vala derketin."

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi Biryara di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ayla Akat Ata, bal kişand ser êrîşên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî jinan pêk tên û diyar kir ku li Rojhilata Navîn şideta li dijî jinê zêde bûye û bandora van êrîşan di qada gerdûnî de şîrove kir. Ata destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn şerê hêzên hegonomîk heye û wiha axivî: "Navenda vî şerî Sûriye ye. Ji wir li Rojhilata Navîn belav dibe. Lê dijî vî şerî li Rojava rojek hiltê. Hemû gelan germ û ronî dike. Ev jî pergala ku jin ava dike ye."
 
‘HÊZÊN GERDÛNÎ JIN HESAB NEKIRIBÛN’
 
Ata anî ziman ku şerê gerdûnî yê li Rojhilata Navîn tê meşandin, berxwedana jinê û itirazên wan li hesab nekiribûn û wiha pê de çû: "Hemû hesab bi berxwedan û têkoşîna jinê vala derketin. Berxwedana jinan tenê bi Rojava re sînor nema. Vê berxwedanê bandor li tevahiya gerdûnê kir. Dema herî ku êrîş zêde bûn de, yên li ber xwe dan dîsa jin bûn. Di navenda şer de berxwedana jinan hesab nekirin. Ji ber wê li dijî berxwedana jinan hevkariyeke gerdûnî heye."
 
‘LI DIJÎ QIRKIRINÊ EM Ê BERXWEDANÊ RÊXISTIN BIKIN’
 
Ata destnîşan kir ku bi taybetî li Rojhilata Navîn, li dijî jinê êrîşên qirkirinê dest pê kirine, di navanda van êrîşan de dixwazin vîna jinê tune bikin, stû bi wan bidin tewandin, wan wekî kesên îtahatkar bi kar bînin. Ata piştrast kir ku ew qirkirina li dijî jinê bi tevgerên jinan ên cîhanê re nîqaş dikin, ew ê li dijî qirkirinê bi jinên cîhanê re bên gel hev û berxwedanê bi rêxistin bikin.
 
‘ÊRÎŞ JINA DI HAMAN ENIYÊ DE KOM DIKE’
 
Ata da zanîn ku li Tirkiyeyê jinên kurd tim di hedefa êrîşan de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên li Tirkiyeyê ji OHAL’ê bi bandor dibin. Ev êrîş jinan di haman eniyêde kom dike. Tevgerên jinên li Tirkiyeyê êdî wateyê didin berxwedanê û xwe bi rêxistin dikin. Em li Tirkiyeyê rastî hemû cure tundiyê tên. Ev  rastî li holê ye. Tevgera jinan di ferqa vê yekê de ye. Ev jî yek ji pêngavên ku jin ber bi azadiyê ve tê dikoşin e. Berxwedan û itirazên jinan hêvî didin civakê.” 
 
 ‘QANÛNA MUFTÎTIYÊ DEWAMA JENOSÎDÊ YE’
 
Ata bal kişand ser “Qanûna mutîtiyê” jî û aşkera kir ku tundiya li ser jinê bi giştî ye û ev nirxandin kir: "Dixwazin temenê zewacê daxin bin 18 saliyê û vê qanûnî bikin. Ev hovîtî ye. Li dijî zewaca zaroktiyê ku dixwazin li nava civakê belav bikin û wekî çandekê bidin nîşan, itirazên me hene. Ev qanûn dewama polîtîkayên jenosîdê ye. Gelek qanûnên ku dixwazin li dijî jinan fermî bikin hene. Di vê mijarê de em li dijî hişmendiya dewletê tê dikoşin. Heya dawiyê em ê li koçeyan bin û dengên xwe bilind bikin.”  
 
‘GER HÛN KURD Û JIN BIN DÊ WEKÎLTIYA WE JÎ BETAL BIKIN’
 
Ata têkildarî betalkirina wekîltiya parlamenterên jin ên HDP’ê jî axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Betalkirina wekîltiya parlamenterên jin yek ji polîtîkayên şênber ên AKP’ê yên li dijî jinê ne. Pratîkeke AKP’ê ya ku jinan nas dike, tune. AKP li dijî jinan pir bêhn teng e. Ger hûn kurd û jin bin, dê wekîltiya we jî betal bikin. Ev neynika dewletê ye. Dewlet li ber neynikê şilf û tazî ye. Dewlet li dijî wekîlên jin ên wekîltiya wan hat xistin, şilf û tazî ma. Jinên HDP’î xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne. Ji ber vê yekê tim di hedefê de ne. Jinan bandorek mezin li ser demokrasiya li Tirkiyeyê kir. Parlamentoya ku dengê jinan lê dernediket, îro dengên jinan lê derdikeve û statuya desthilatdariyê wêran dike. Ev jî bixwe re êrîş û mudaxileyan tîne. Dê jinên HDP’î ji bo wêrankirina statuyan têkoşîna xwe bidomînin.”