Jinên HDP’î laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin

  • jin
  • 12:55 13 Gulan 2018
  • |
img
SÊRT - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê, bi boneya Roja Dayîkan laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, bi boneya Roja Dayîkan ji bo Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê taştê dan. Berî taştê, şandeya dinavê de Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî heyî qûrnefîl dan dayîkan û Roja Dayîkan li wan pîroz kirin. 
 
'HÛN BÛN PARAZVANÊN AŞTIYÊ'
 
Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axaftinek kurt kir û got: “We ligel hemû êş û bedelên mezin dest ji têkoşîna xwe berneda. Hûn bûn parazvanên aştiyê. Em bi rêzdarî bejna xwe ji ber têkoşîna we ditewînin. Em ê bi hêz û moralê me ji we girtî di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Işik Aslan jî, li ser navê dayîkan axivî û got: “Ez Roja Dayîkan pîroz dikim û dest ji têkoşîn û parazvaniya xwe bernedin.” 
 
Piştî axaftinê xwarin hat xwarin û jinan laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin.