Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!

  • jin
  • 09:04 18 Sibat 2024
  • |
img

AMED - Ji 248 kesên ku AKP’ê ew ji bo şaredariyên bajarên Kurdistanê wekî namzet nîşan dane, tenê 3 jê jin in. 

 
Namzetên şaredariyê yên partiyên siyasî yên 'mêr lê serdest in', tu hêviyê nadin civakê. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de ji hezar û 389 şaredaran tenê 45 şaredar jin bûn, lê niha ev hejmar daketiye 23'yan û li gorî vê, di şaredaran de rêjeya jinan daketiye ji sedî 1,65'an. Li gorî rapora "Di Siyasetiyê de Temsîliyeta Jinê" de ku ji aliyê Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) ve di sala 2019'an de hat amadekirin; di rêveberiyên herêmî de herî zêde jin li welatên Skandînavyayê rol dilîzin û di raporê de Tirkiye jî di nav 47 welatan de di rêzên jêr de de cih digire. 
 
Me ji bo we lîsteya namzetên partiyên siyasî yên li Kurdistanê hatine nîşan dan amade kir. 
 
Ji 248 namzetên ku AKP (ên li hin deveran MHP jî dê piştgiriyê bide wê) li hin bajar û navçeyên Kurdistanê nîşand dane, 3 jê jin, 249 jê jî mêr in.
 
Ji AKP'ê Fatma Şahîn bû namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê, Ulku Ocal bû namzeta Şaredariya Îdirê û Behiye Gunerî Arslan jî bû namzeta Şaredariya Bismilê.
 
Li bajar û navçeyên Kurdistanê tabloyea namzetên ku AKP'ê nîşan dane wiha ye (li 20 bajar û navçeyan dê piştgiriyê bide namzetên MHP'ê): 
 
Dabeşkirina namzetan li bajar û navçeyên Kurdistanê ku AKP'ê ji bo MHP'ê namzet nîşan neda û di 20 şaredariyan de piştgirî da MHP'ê, wiha ye:
 
“Mereş: Li Bajarê Mezin û 11 navçeyan namzet mêr in. Ji 11 navçeyan dê MHP li 3 navçeyan namzet nîşan bide.
 
Meletî: Li Bajarê Mezin û 13 navçeyan namzet mêr in. Ji 13 navçeyan dê MHP li 32navçeyan namzet nîşan bide.
 
Dîlok: Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin jin e û namzetên 9 navçeyan mêr in. Ji 9 navçeyan dê MHP li 3 navçeyan namzet nîşan bide.
 
Kilîs: Namzeta bajêr û namzetên 3 navçeyan ji MHP'ê ne. AKP, dê piştgiriyê bide namzetên MHP'ê. 
 
Riha: Li Bajarê Mezin û 13 navçeyan namzet mêr in.
 
Semsûr: Li bajêr û 8 navçeyan namzet mêr in. 
 
Amed: Namzeta Bismilê jin e, lê namzetên 17 navçeyên din mêr in. 
 
Êlih: Li bajêr û 10 navçeyan namzet mêr in. 
 
Sêrt: Li bajêr û 11 navçeyan namzet mêr in. 
 
Şirnêx: Li bajêr û 8 navçeyan û 12 bajarikan namzet mêr in. 
 
Colemêrg: Li bajêr, navçe û bajarokan her 8 namzet jî mêr in. 
 
Agirî: Li bajêr, navçe û bajarokan, her 12 namzet mêr in. 
 
Îdir: Namzeta bajêr jin e û yên 7 navçeyan mêr in. 
 
Qers: Namzetê bajêr ji MHP'ê ye. AKP, dê li vir piştgiriya MHP'ê bike. Namzetên her 8 navçeyan mêr in. 
 
Erdexan: Li bajêr û 7 navçeyan namzet mêr in. 
 
Erzirom: Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin û her 20 şaredariyên din mêr in. Dê AKP li 3 navçeyan piştgiriya namzetên MHP'ê bike. 
 
Erzingan: Li 8 navçe û 6 bajarokan namzet mêr in. Dê ji bo ya bajêr jî ew û MHP'ê tifaqê çêbikin. 
 
Mûş: Namzetê bajêr, navçe û bajarokan, her 23 jî, mêr in. 
 
Bêdlis: Namzetê bajêr, navçe û bajarokan, her 13 jî, mêr in. 
 
Wan: Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin û 13 navçeyan mêr in." 
 
MA / Mujdat Can