Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin

  • jin
  • 16:53 16 Sibat 2024
  • |
img
EDÎRNE - Jina bi navê Sevda Kuş ji hêla komîserê bi navê Alî Y. ve hate qetilkirin ku du sal berê hev berda bûn. 
 
Komîserê bi navê Alî Y. ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Suloglû ya Edîrneyê peywirdar bû, jina bi navê Sevda Kuş qetil kir ku li heman emniyetê polîs bû û du sal berê hev berda bûn. Alî Y. hate lojmanên polîsan ên Kuş lê dijiya, bi çekê qetil kir û ji cihê bûyerê reviya. Kuş, rakirina Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê lê nehat xelaskirin. Faîl demek piştre hate binçavkirin.