Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin

  • jin
  • 21:45 5 Sibat 2024
  • |
img
ÎZMÎR – Jin bi Hev re bi Hêz in, di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de kom bûn û gotin: “Em ne tenê dixwazin bijîn, em jiyanek mirovî dixwazin Em ji bîr nakin, em efû nakin."
 
Jin bi Hev re bi Hêz in bi dirûşmeya "Jin ji bîr nekir, wê ji bîr nekin" kesên ku di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane ji ber Îskeleya Ferîbotê ya Karşiyaka ya Îzmîrê heta pêşiya Îstasyona Karşiyaka Îzbanê meşiyan. Li cihê çalakiyê jinan pêlên defneyê danîn û mûm pêxistin. Jinan di çalakiyê de pankarta “Di 1’emîn salvegera erdhêjê de jin hesab dipirsin, efû nakin û ji bîr nakin” vekirin û dirûşma “Jin dê hesabê bipirsin”, “Jin dê piştevaniyê mezin bikin” û “Hikûmet îstîfa“ berz kirin. Daxuyanî ji hêla Emîne Akbaba û Sîbel Orkmez ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de polîtîkayên hikûmetê hatin şermezarkirin û banga mezinkirina piştevaniyê li jinan hat kirin. hat diyar kirin ku tu carî nadin ji bîrkirin û dê hesabê bipirsin.
 
Piştî daxuyaniyê koroya ku ji mexdûrên erdhejê pêk tê stranên xwe parvekirin.