Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû

  • jin
  • 13:59 30 Çile 2024
  • |
img

STENBOL - Li gorî daneyên Komeleya Dema Jinê, di nava 6 mehan de tundiya li dijî jinan zêde bûye. 

 
Komeleya Dema Jinê, “Rapora Navenda Şêwrê ya Tebaxa 2023’yan-Çileya 2024’an” eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku tundiya li dijî jin û zarokan di nava 6 mehan de gelek zêde bûye. Di raporê de hat gotin ku gelemperiya jinên serî li komeleya wan dane diyar kirine ku “xetereya jiyanî” li ser wan heye. 
 
Di raporê de wiha hate gotin: “Jinên ku ji bo wan biryara parastinê hatiye dayîn diyar kirin ku ev biryara nayê bicihanîn û dema ji bo gilî diçin qereqolê jî hêzên ewlekariyê ji wan re nabin alîkar. Her wiha gotin ku dema serî li qereqolên taxan didin, gelemperî faîlên tundiyê û xebatkarên ewlekariyê nasên hev derdikevin, rastî miameleyeke newekhev tên. Ji bo jinên di dema hevberdanê de rastî tundî û gefên kuştinê tên jî biryarên parastinê yên bibandor nayên dayîn. Berdana faîlên tundiyê jî di nava jinan de rê li ber fikarên mezin vekiriye.” 
 
'NIKARIN BELGEYA XIZANIYÊ BIGIRIN’
 
Di berdewamê de komeleyê bal kişand ser xizaniya jinan û wiha got: “Di wergirtina ‘belgeya xizaniyê’ de gelek zehmetiyan dijîn. Her wiha xizaniya her roj kûrtir dibe, newekheviya zayenda civakî, nebûna temînata kar û astengiyên hiqûqî çendek pirsgirêkên din in ku jin rû bi rû dimînin.” 
 
Çendek pirsgirêkên din ên di raporê de hatin destnîşankirin wiha ne: “Jinên ku kedkarên malê ne, keda wan a hundirê malê nayê dîtin, mûçeyê jinên li derve dixebitin jî ji hêla hevjînên wan tên desteserkirin. Qertên wan tên standin û bisînorkirin. Ev çendek cureyên tundiyê ne. Yek ji pirsgirêkên sereke yên jinan jî peydanekirina malzemeyên hîjyenê ne. Ji ber xizaniya reglê; jin nikarin malzemeyên hîjyenê yên pêwîst peyda bikin. Her wiha mekanîzmayên ku jinên li herêmên erdhejê rastî tundiyê hatin serî lê bidin pir kêm in û cihên lêhewînê jî bi ewle nînin. Ev yek jî rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Bi hezaran jinên beriya erdhejê di qonaxa hevberdanê de û ji bo wan biryara parastinê hatiye dayîn hene. Lê ji ber ku tu çareserî nehatin pêşxistin, zextekî giran li ser jiyana jinan heye. Her wiha em dibînin ku tundî, kedxwarî û bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarok û jinan zêde bûne. Di rewşekî herî zêde pêdivî pê heyî de xizmetên pêşîlêgirtina tundiya ji ber zayendê hatine sekinandin.”