Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin

  • jin
  • 13:22 25 Çile 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya ya Şirnexê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin re şandin. Stûmal, kum û patîkên hatine çêkirin bi rêya postaxaneya navçeyê ji Abdullah Ocalan re hatin şandin.