Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin

  • jin
  • 11:58 22 Çile 2024
  • |
img
MUGLA - Li perava nêzî gundê Ekîncîk ê Navçeya Koycegîzê ya Muglayê cenazeyê aydî jinekê hat dîtin. 
 
Masîvanekî li peravê gundê Ekîncîk ê navçeya Koycegîzê ya Muglayê cenazeyê jinekê dît. Li perava gundê Ekîncîkê ku mirov ji qada bejayî nikare xwe bigînê, masîvan cenazeyê aydî jinekê dît. Piştî masîvan Yekîneyên Lêgerînê yê peravê agahdar kir, yekîneyên lêgerînê cenaze rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Koycegîzê.