Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e

  • jin
  • 10:22 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa Nasli Elmas (19) a bi çeke sûîqestê hatiye birîndarkirin, giran e. Malbatê bertek nîşanî êrişê da û pirsî: “Ev şexse çeka sûîqestê ji ku derê peyda dike?”
 
Di 18’ê çileyê de Enîz Kûrtûlûş (25) di taxa Altintepsî ya Bayrampaşa ya Stenbolê de xwest bi çeka sûîqestê ya wek “ûzî” tê nasîn, Nazli Elmasê (19) bikuje. 
 
Piştî ku Kûrtûlûş êriş pêk anî, bang li tîmên tenduristiyê hate kirin û Elmas bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Li aliyê din polîsan Enîz Kûrtûlûş binçav kirin. Êrişkar Kûrtûlûş di îfadeya xwe de anî ziman ku wî bi xeletî gule berdaye Elmasê. 
 
ÊRIŞKAR HATE GIRTIN
 
Hat zanîn ku rewşa Nazli Elmasê hêj jî giran e. Enîz Kûrtûlûş jî piştî karûbarên îfadeyê yên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Kûrtûlûş piştî îfadeya edliyeyê, hate girtin. 
 
Dayika Elmasê Husniye Elmas bertek nîşanî rewşê da û wiha axivî: “Xwestine ku zaroka min bikujin. Ji gewriya zaroka min bigire heya kaba çoka wê dane ber guleyan. Bila Tirkiye dengê min bibihîse. Em wek malbat li vê derê perîşan bûn. Ez dixwazim her tiştê vê êrişê were ronîkirin. Ez nizanim bê ka dê keça xwe bi sedyeyê derxim, yan li ser piya. Ez dayîk im, dê li pey vê yekê bisekinim. 
 
Pisxaletê Nazli Elmasê Îsa Gunaydin jî wiha axivî: “Ev şexse çeka sûîqestê ji ku derê peyda dike? Çeka sûîqestê tê çi wateyê? Bi henekê re tu têkiliya xwe nîn e, ev yek rasterast cînayet e.”