Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn

  • jin
  • 16:45 18 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Ji jinên li Stenbolê hatin bnçavkirin çalakiyên 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê û atolyeyên TJA’yê yên têkildarî tundiya li dijî jinê hatin pirsîn. 
 
Di 16’ê çileyê de Stenbol, Amed, Edene û Dîlok jî di nav de bi giştî li 28 bajaran bi ser malan de hate girtin û Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û hunermend jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê 21 kes hatin binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Karûbarê îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de bi dawî bûn. 
 
Di îfadeyê de ji jinên binçavkirî xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA), pirsa “TJA di nava avadaniya jinê ya KCK’ê de cih digire yan na” û pirsa “tev li perwerdeyan bû yan na” hatin kirin. Di heman demê de atolyeyên TJA’yê yên têkildarî tundiya li dijî jinan, çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê pirs hatin kirin. 
 
Piştî temambûna karûbarê îfadegirtinê, tê payîn ku jin li edliyeyê bên sewqkirin.