Nivîskar Duzkan: Divê hêrsa di dilê jinan de were birêxistinkirin

  • jin
  • 11:20 16 Çile 2024
  • |
img
AMED - Nivîskar Ayşe Duzkan êrişên li dijî destkeftiyên jinan weke “pratîkên AKP’ê yên dema pisporiyê" pênase kir û da zanîn ku li dijî vê yekê divê hêrsa di dilê her jinekê de were birêxistinkirin.
 
Li Tirkiyeyê êrişên li dijî destkeftiyên jinan roj bi roj zêdetir dibin. Li hêla din ji ber polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan gihiştine lûtkeyê ku nema dikare pêşî lê were girtin. Jin, van êrişan li dijî hebûna xwe weke “şerê topyekûn” pênase dikin û bi hêrsa xwe  rêxistinbûna xwe mezintir dikin. 
 
Jinên ku di 13 û 14’ê çileyê di konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Jinên Girtî yên Siyasî” ya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatine cem hev, li dijî êrişên tên kirin atolye li dar xistin û di bin sernavê “Em ê çawa bi hev re pêş bikevin” nîqaş kirin. 
 
Yek ji beşdarên konferansê jî nivîskar Ayşe Duzkan bû. Duzkan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herê zêde jin têkoşîna xwe hevpar dikin û anî ziman ku tevî hemû êrişan jî jinan li ser vê xakê tovên azadiyê çandine. 
 
‘PRATÎKÊN DEMA HOSTATIYÊ'
 
Duzkan, da zanîn ku bi êrişên li dijî jinan ve dixwazin peyamê bidin zilaman û wiha axivî: “AKP di dema xwe ya hostatiyê de bi taybetî jî ji zilaman re dibêje, ‘Tu çi bixwazî dikarî li jinên li malê û kolanan bikî. Tu çi bikî jî dê neyê cezakirin.' Bi vê yekê re jî dixwaze van kesan bike alîgirên xwe."
 
Bi domdarî Duzkan destnîşan kir ku jinan tevî van êrişan jî têkoşîna xwe bênavber domandin û wiha pê de çû: “Li her aliyê Tirkiyeyê têkoşîna jinan gelek girîng e. Paymana Stenbolê encama têkoşîna li her aliyê cîhanê ye. Di heman demê de di Tirkiyeyê bû sedema çandina tovên azadiya jinê. AKP dixwaze tovê hatiye çandin jê bike û biavêje. Têkoşîna me ne tenê li dijî qanûnên nû ye. Divê ev têkoşîn di nava civakê de, di hişê jinan de, di ruhê jinan de bidome û berfirehtir bibe.” 
 
BIRÊXISTINKIRINA HÊRSÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Duzkan diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê yên herî zêde têkoşîna xwe hevpar kirine jin in û bi bîr xist ku divê di vê mijarê de gavên şênbertir bên avêtin. Duzkan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî min a girîng; kar û xebatên şênber ên li ser bingeha birêxistinê ne. Ne tenê axaftin û daxuyaniyên çapemeniyê, her kes naxwaze me guhdar bike, mijar ne ev e. Xizan hiştina jinan di heman demê de tê wateya xebitandina wan a li cem rêxistinên sûc e. Jin mûhtacî zilamên ku di malên wan de dixebitin kirin e. Gelek pirsgirêkên wiha hene. Hewceye di vê mijarê de xebat bên kirin û hêrsa di dilê jinan de bê birêxistinkirin. Ne tenê birêxistinkirina xwe û birêxistinkirina jinan, divê cewhera vê civakê bê guherandin."
 
‘DIVÊ EM JI BO ARMANCA ŞÊNBER BIXEBITIN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Duzkan da zanîn ku divê daxwazên jinan di hilbijartinên herêmî de zêdetir bên vegotin û ev tişt anî ziman: "Divê hejmara jinên bi heqdest dixebitin zêdetir bin û li kargeh û sendîkayan pirsgirêkên wan bêhtir bên vegotin. Niha hilbijartinên herêmî hene, her tim nûnertî tê nîqaşkirin. Ji bo hilbijartinên herêmî gelek daxwazên jinan hene. Kreş, avahiyên xwespartinê, navendên şêwirînê, navendên çandê, atolyeyên hînkirina kar û hwd. Hewcehî bi cihên ku jin karibin pere lê qezenc bikin heye. Ne qursên dirûnê. Divê ji kesên ku van teklîf nakin, yên ku avahiyên parastinê venakin re bibêjin ji we re deng tune ye. Gelek qad hene, divê em karên ji bo armanca şênber bikin.” 
 
‘EM Ê GAV BI GAV PATRIYARKAYÊ HILWEŞÎNIN'
 
Nivîskar Duzkan anî ziman ku ji ber van sedeman roj bi roj hejmara jinên tên qetilkirin zêdetir dibe û ev nirxandin kir: "Sedema qetilkirina jinan, hewldana zilamê ku dixwaze serweriyê li jinê bike ye. Êrişî jinên azadiyê dixwazin dikin. Dikare pêşî li vê yekê were girtin. Lê belê raya giştî, dewlet li pişt zilaman e, piştgiriya zilaman dikin û polîtîkaya necezakirinê heye. Tundiya zilam ne patriyarka bi xwe ye. Alava domandina wê ye. Heya ku patriyarka ji holê ranebe, bidawîbûna tundiya zilaman jî zehmet e. Hêj gelek rê li pêşiya me ye. Em ê gav bi gav wê patriyarkayê hilweşînin. Em ê gav bi gav wekhevî û azadiyê ava bikin. Çareseriyeke bingehîn nîne, avahiyên spartinê, tiştên ku neçariya jinan ya bi malbat û civakê re ji holê radikin girîng in. Bawerim gava ewil jî ev e." 
 
‘HIN XEYAL PÊK TÊN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Duzkan da zanîn ku divê têkoşîna jinan bi hevparîbûnê mezin bibe û axaftina xwe wiha qedand: "Dema cara yekem min xwe wek femînîst dianî ziman, ez bawer im sala 84’an bû. Min di wan salan de digot; 'em ê bibin tiştek.’ Min nedizanî ku dê rojekê bêm Amedê û wek femînîstekê biaxivim. Îro li her aliyê Tirkiyeyê jin ji bo Peymana Stenbolê, di 8’ê Adarê de dadikevin kolanan. Hêrsa xwe ya li dijî zilaman û pergalê tînin ziman. Heke ev pêk hatibe em dikarin pêşdetir biçin. Hinek xeyal dikarin pêk bên."
 
MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl