Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan

  • jin
  • 19:36 13 Çile 2024
  • |
img
AMED - Jin di konferansa TJA’yê ya bi dirûşma “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî’ pêk tîne axivîn û peyama jiyanek bi rumet û aştiyê dan.
 
Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” bi tevlibûna ji jinên welatên li Otela Demîr du rojan li dar dixe bi runiştina duyem berdewam dike. 
Moderatoriya runiştina ‘tecrube û têkoşîna girtiyên jin yên siyasî’ Ayşe Duzkan kir û da zanîn ku her jina girtî girtiyek polîtîke û got ew hemû jinên polîtîk yên têdikoşe silav dike.
 
Aktîvîsta Fîlîstînê Kîfah Afîfiyê jî di runiştina duyemîn de mafê axaftinê girt û di bin srnavê ‘têkoşîn û tecrubeya girtiyên siyasî yên jin yên Fîlîstînê’ de axivî. Afîfiyê girtiyê di girtîgehand e silav kir û got bi salan berê neçar maye ji FÎlîstînê koç bike û got ew penabere. Kîfah got 12sa lî hatiye girtin û birîndar bûye, ji aliyê leşkerên Israîlê ve bi destdirêjiyê hatiye tehdîdkirin. Kîfah daxuyakirin ku girtîgeha lê diman girtîgeha mirinê ye û got îşkenceyên giran dîtiye û di dawiyê de jî got ew ji gelê Kurd û Gazzeyê re azadiyê dixaze.
 
‘LI GIRTÎGEHAN ÎŞKENCEYÊN GIRAN HEBÛN'
 
Aktîvîsta Îranê Ghanbar Pour Bashkendî jî mafê axaftinê girt û di runiştina sernavê ‘têkoşîn û tecrubeyên giriyên siyasî yên jin yên Îranê’ de axivî. Ghanbar behsa tecrubeyên xwe kir û balkişand ser îşkenceyên li girtîgehan. Ghanbar got rojê 5 caran di saetên nimêjê de tundî li jinan dihat kirin.  
 
Bashkendiyê her wiha balkişand ser girtiya Kurd Zeynep Celaliyan û got: “16 sale girtiye. Nabin nexwşxanê. Îşkenceyên mezin lê kirin. Destdirêjî lê kirin. li Îranê hîna darvekirin heye.  Em ji bo Îranê sosyalîzmê dixwazin. 
 
Aktîvîst Itzîar Martînezê jî di bin sernavê ‘tecrube û têkoşîna girtiyên jin yên Baskî’ de axivî û got: “Em wek tevgera azadiyê di riya hevpar de dimeşin. Ez dixawzim balê bikşînim ser pêvajoya aştiyê. Me li wir wek girtiyên polîtîk dîl digirin. Rêbazên cuda yên îşkencê li girtîgehan heye. Hêviya min ev e ku em di pêvajoyên aştî û edaletê de rol bilîzin.
Axaftina dawî ya runiştinê jî aktîvîst Mîhreban Alî di bin sernavê ‘ Têkoşîn û tecrubeyên jinên siyasî yên Başurê Kurdistanê’ axivî û balkişand ser îşkenceya rejîma Baas a li ser Kurdan û got bi çekên kîmyewî li Kurdistanê dixin.
 
Piştî axaftinan derbasî pirs û bersivan bûn.