Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam

  • jin
  • 10:13 9 Çile 2024
  • |
img

MÊRSÎN - Abdulbarî Şaylemez ê keça xwe Leyla Şaylemez a beriya 11 salan li Parîsê hate qetilkirin vegot, wiha got: “Ez hem weke bavekê hem jî yek ji gel heyranî zanebûna wê ya di temenekî ciwan de û ruhê wê yê têkoşer dimam.”

 
Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest dan. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn lê hêj jî nehatiye ronîkirin. Tetîkkêş Omer Guney ku li girtîgehê mir li xwe mikûr hatibû û bi belgeyan derketibû holê ku komkujî ji hêla MÎT’ê ve hatiye kirin. Ji bo danişîna dozê ku dê di 23’yê çileya 2017’an de bihata lidarxistin 36 roj mabûn (di 17’ê kanûna 2016’an) ku hat ragihandin ku Omer Guney li girtîgehê miriye. Bi vê yekê re xwestin dosyayê bigirin. Di çarçoveya dosyayê de piştî îtîrafên endamên MÎT’ê û agahiyên suîqestên nû yên li Ewropayê, li ser hewldanên malbat û parêzeran di nîsana 2017’an de têkildarî rola MÎT’ê lêpirsîneke nû hate destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna duyemîn de jî tu pêşketin çênebûn. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn û têkoşîna gelê kurd a ji bo derxistina faîlan û ronîkirina komkujiyê didome.
 
BI SALAN RASTÎ CIHEKARIYÊ HAT
 
Leyla Şaylemez dema hate qetilkirin 24 salî bû, di 1’ê çileya 1989’an de li Mêrsînê ji dayik bû. Bajarê wê jî navçeya Licê ya Amedê ye. Piştî ku malbata wê ji ber zextên dewletê di sala 1987’an de koçî Mêrsînê dikin Şaylemez weke zaroka 3’yemîn a malbatê ji dayik bû û pişt re di sala 1997’an de çû cem bavê xwe Abdûlbarî Şaylemez ê li Almanyayê. Şaylemez a ji ber nasnameya xwe ya kurd li Mêrsînê di pêvajoyeke zehmet de derbas bû heman pirsgirêk li Almanyayê jî jiyan. Gavên ewil ên nasnameya polîtîk ên Şaylemez li vir hatin avêtin. 
 
Bav Abdûlbarî Şaylemez keça xwe ya jê re dibêje “Weke kesekî ji gel jê re heyran dimam” vegot. 
 
TÊKOŞÎNA EWIL LI DIJÎ 6 BIRAYAN HATE DAYÎN  
 
Şaylemez, diyar kir ku têkoşîna keça wê di nava malbatê de li dijî 6 birayên wê dest pê kir û anî ziman ku îtîrazên nava malê êdî li derve jî xuya dikirin. Şaylemez, bi lêv kir ku Leylayê pirsgirêk bi hişekî komunal, bi demokrasiyê bêyî ku neheqiyê li yekî din bike çareser dikirin û wiha got: “Hewl dida di vê çarçoveyê de fikran hilberîne. Hem weke bav hem yek ji gel heyranî zanebûna wê ya di temenekî ciwan de û ruhê wê yê têkoşer dimam. Gav avêtina wê ya bi ruhekî têkoşer û di çarçoveya demokrasiyê de em keyfxweş dikirin. Ez bi wê serbilind bûm.”
 
DI NAVA LÊGERÎNEKÊ DE BÛ: KURD IM, ÇIMA KURDISTAN NÎNE
 
Bav, Şaylemez bal kişand ku Leyla bi fikreke ku jinek dikare her tiştî bike mezin bû û di zaroktî û ciwaniya li Almanyayê derbas bû de her tim pirsên “Ez kurd im, çima Kurdistan nîne, kurd çima bi dewletên cuda re di nava hev de ne” ji xwe dipirsîn. Şaylemez, anî ziman ku keça wê ya di çarçoveya van pirsan de xwe bi pêş ve dibir di nava lêgerînekê de bû û wiha got: “Dema 24 salî bû li Parîsê hate qetilkirin. Em qaşo di nava Ewropayê de ne. Di nava Ewropayê de bi çavên rojê 3 jin hatin qetilkirin û heta niha faîl an jî faîlên wan nehatine aşkerekirin. 11 salên komkujiyê derbas bûn, em dikevin sala 12’emîn. Gelê kurd 12 sal in vê komkujiyê lanet dike, wê rojê van her sê jinan bi bîr tîne, kesên komkujî kirine şermezar dike.”
 
Bav Şaylemez ê Komkujiya Parîsê şermezar kir, wiha berdewam kir: “Heke îro bi milyonan kurd bibêjin ‘Leyla nemir e’ ev ji bo min û malbatê rûmeteke. Em ji aliyêkî ve serbilind in. Li aliyekî jî çûyîna mirovan zana, li xwe digere, demokrat mirov diêşîne. Weke malbat me bêhtir diêşîne, ji ber canê me çû. Lê em serbilind in.”
 
‘RONÎ NEKIRINA KOMKUJIYÊ EYBA EWROPAYÊ YE’ 
 
Şaylemez, diyar kir ku faîlên Komkujiya Parîsê tênzanîn lê dernexistine holê û nehatine cezakirin û wiha got: “Em li Ewropayê qala demokrasiyê dikin lê di nava rojê de 3 jin tên qetilkirin. Dernexistina faîlan a holê di serî de Fransa eyba Ewropayê ye. Ev yek durûtiya Fransayê jî deyne holê. Fransa li ber çavên kurd bi qasî ku berpirsyarên vê komkujiyê dernexîne holê di bin gumanan de ye. Divê gelê Fransayê jî hesaba vê yekê bipirse.”
 
Şaylemez, anî ziman ku ji bo ku li dijî kurdan komkujî pêk neyên pêdivî bi rêxistinkirinê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd gelê herê qedîm ê kevin ê Mezopotamyayê ye. Zext û komkujiya li dijî gelê kurd di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku bersivekê bidin van divê xwe bi rêxistin bikin.”
 
MA / Yusra Batihan