Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir

  • jin
  • 19:53 14 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî hevdîtinên xwe yên li Amedê bi serdanên li DBP, MKG, DFG û Baroya Amedê bi dawî kir. Di hevdîtinan de mijara esas bandora tecrîdê ya li ser civakê bû.
 
Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji hiqûqnas, parlamenter, ekolsojîst û nûnerên saziyên civaka sivîl ya welatên cuda ya Ewropayê pêk dihat piştî serdanên li Stenbolê li Amedê jî sê rojan serdana saziyan kirin. Heyet çû serdana Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Baroya Amedê û Partiya Herêmên Demokatîk (DBP).
 
Heyet ewil çû serdana MKG’ê û seroka MKG’ê Roza Metîna, Midûra Nûçeyan a JINNES’ê Safiye Alagaş û endama DFG’ê Gulşen Koçuk heyet pêşwazî kirin. Ji bo endamên delegasyonê der barê damezrandina MKG’ê û armanca wê de, zextên li ser rojnamegeran de ragîhandin hatin kirin. He rwiha der barê rojnameger Dîcle Muftuoglu û rojnamegerên girtî de jî agahî hatin dayîn.
 
Heyet piştre çû Baroya Amedê û li wir bi serokê baroyê Nahît Eren re hatin gel hev.Heyet herî dawî çû sredana DBP’ê û bi endam û rêveberên wê re hatin gel hev. Di hevdîtinê de pergala tecrîda li Îmraliyê hat axaftin û der barê grevên birçîbûnê de ji delegasyonê re agahî hatin ragîhandin.