Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin

  • jin
  • 13:28 23 Mijdar 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mîdyadê têkildarî cînayeta Gulcan Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin. 
 
Li Taxa Ûlûcamî ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê duh bi şev jina bi navê Gulcan Yeşîlmen (24) li mala xwe bi awayekî guleyek bi zikê wê ketî hate dîtin. Li ser agahdarkirina cîranên Yeşîlmen, tîmên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê û Yeşîlmen birin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Yeşîlmen, tevî hemû mudaxileyên li vir hatin kirin nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku guleyeke nayê zanîn ji ku ve hatiye bi zikê Yeşîlmenê ketiye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Cenazeyê Yeşîlmen, piştî kirariyên otopsiyê li Goristana Kible ya Taxa Ortaçarşiyê hate veşartin. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de polîsê bi navê O.A. ku hate îdia kirin bi Yeşîlmenê re dijiya, hate binçavkirin.