Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin

  • jin
  • 17:13 22 Mijdar 2023
  • |
img
AMED/RIHA - Jinan di komxebatên li Bismil û Rihayê hatin lidarxistin de newekheviya zayenda civakî û rêbazên dijî tundiyê nîqaş kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî li navçeya Bismil a Amedê komxebatek li dar xist. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) tev li komxebata ku li avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye lidarxistin bûn. Li eywana komxebatê pankarta “Hebûna jinan, hebûna jiyanê ye, Jin, jiyan, azadî” hate daliqandin. Di komxebatê de her cure rêbazên tundiyê û têkoşîna jinan, hatin nîqaşkirin. Têkîldarî hewldanên hiqûqî yên li dijî tundiyê parêzer Elîf Işik pêşkeşiyek kir. Di komxebatê de mijarên mafên qanûnî, navendên serlêdanê, polîtîkayên şerê taybet, parastina cewherî hatin nîqaşkirin. 
 
Komxebat bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî bi navê “Newekheviya zayenda civakî” komxebatek li dar xist. Gelek jin tev li komxebata li avahiyê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê hat lidarxistin bûn. Têkildarî mijarê aktîvîsta TJA’yê Bedriye Yorgun pêşkeşiyek kir.