Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin

  • jin
  • 17:21 20 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Dêngbêjên jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de vê carê kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jînan a Navneteweyî de li Rêxistina HDP'a Rêya Armûşê dîwana dengbêjan danî. Di avahiya dîwan tê de hate danîn de wêneyên nivîskara Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel; Fatma Ûyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ên di pêvajoya rêveberiyên xweser de hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin, pankarta “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê ve” hate vekirin.
 
‘DI PÊŞENGTIYA JINÊN KURD DE BERXWEDANEK HEYE’
 
Dayikâ Aştiyê Zekiye Kaya axaftinek kir û xwest her cure tundiya li dijî jinê were sekinandin. Kaya bal kişand ser êrişên Rojavayê û anî ziman ku divê jin bertek nîşanî her cure polîtikayên şer bidin. 
 
Kaya da zanîn ku jinên kurd bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” pêşengtiya têkoşînên ku li cîhanê mezin dibe, dikin û got: “Li hundir, li derve, li her qadeke jiyanê, li dijî tundiyê têkoşînek heye. Çi dibe bila bibe em ê bi paş ve gavê neavêjin. Em qetlîamên jinan ên ku zêde dibin, şermezar dikin.” 
 
Piştî axaftinan dengbêj Mûqeddes û Meryem, kilamên xwe gotin