Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin

  • jin
  • 17:18 13 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî, Jin–Jiyan–Azadî” de hemleya çalakiyên xwe yên bi boneya 25`ê Mijdarê da destpêkirin.
 
Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê eşkere dike.
 
Platformê têkildarî mijarê li bajarên Qamişlo û Reqayê daxuyanî da. Daxuyanî li Qamişlo bi amadebûna hemû endamên rêxistinên jinan ji aliyê her du endamên platformê Rîhan Loqo û Jiyan Hisên ve hat xwendin.
 
Li bajarê Reqayê jî daxuyanî ji aliyê Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer û berdevka Meclisa Jinan a Zenûbya Xod El Îsa ve hate xwendin.
 
Li gorî daxuyaniyê, dirûşmeya çalakiyên 25`ê Mijdarê yên îsal wiha ye “Di bin dirûşmeya "Li dijî her cure tundî û dagirkerî, Jin - Jiyan – Azadî”.
 
Di daxuyaniyê de bi navê tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû jinên ku li dijî tundiya zilam û li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin û pêşengtiya têkoşînê dikin, hatin silavkirin.
 
Her wiha jinên kurdistanî û dostên Kurdan ên ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tundiya mêr û dewletê li ber xwe didin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Îranê, jinên li dijî dagirkeriyê xaka xwe diparêzin hatin silavkirin.
 
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên “rejîma Baasê”, dewleta tirk û komên ku piştgiriya wê dikin hê jî metirsiyê li ser jinan çêdikin û bal li ser zext û qirkirina li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê jî hat kişandin.
 
Hat gotin ku wekî Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê li dijî hemû polîtîkayên rejîmên desthilatdar berxwedan xwe bidomînin û têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Her wiha ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di Serhildana “Jin,Jiyan,Azadî ” de pêşengî kirin, piştgirî hat dayîn.
 
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên bi boneya 25`ê Mijdarê dê ji 13 heta 25`ê Mijdarê dewam bikin.
 
Çalakiyên bên lidarxistin û dema wan bi vî rengî ye:
 
"-Ji 14 ta 19 Mijdarê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn.
 
-Di 18’ê Mijdarê de Hêzên Parastina Jin ya Cewherî dê meşekê li seranserî herêma Cezîrê li dar bixe.
 
-Perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo mêran di dema 3 rojan were vekirin.
 
- 24`ê Mijdarê dê li ser malperên medyaya civakî kampanyaya hashtagê bê destpêkirin.
 
 - Civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên torên civakî were lidarxistin.
 
- Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşandana şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêşkirin.
 
- Li gundê jinan (Jinwar) rêzeserdan bên kirin.
 
-Broşurên danasînê di derbarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bên blavkirin.
 
- Ji bo jinên ciwan wê meşa bisîkletê bê lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên li dijî tundî û dagirkeriyê bilind bikin.
 
- Di 14`ê Mijdarê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn ve tên lidarxistin.
 
-Her tevger û rêxistinek jinan li gorî bernameya xwe xebatên xwe yên curbecur pêk tîne.
 
- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta kantonan dê meşên girseyî bên lidarxistin."