9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan

  • jin
  • 07:51 10 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Di danişîna Doza TJA’yê de 9 aktîvîst hatin berdan û der barê Zeynep Boga de jî biryara berdewam girtinê hat dayîn. 
 
Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû û di 30'yê mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci û Amîne Demîr Çoban, Zeynep Boga hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û Tamcihan Çelebî, Besîle Narîn, Meral Şîmşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dîlan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Bêrîtan Can Yaşa bi tedbîra kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
Der barê aktîvîstên TJA’yê de bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “rêxistin ava kirine û bi rê ve birine” doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê di roja 3’yemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. 
 
9 JIN HATIN BERDAN 
 
Piştî parastina girtiyan û parêzerên wan dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê der barê Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci û Amîne Demîr Çoban biryara berdanê da û der barê Zeynep Boga de jî biryara berdewama girtina wê da. 
 
Dadgehê xwest Zeynep Boga ji Girtîgeha Edîrneyê sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Jinan bê kirin. 
 
Der barê jinên ne girtî de ku tedbîra kontrola edlî û hepsa malê li wan hatibû sepandin jî hat rakirin. 
 
Malbatan û hevalên jinan wan li ber Girtîgeha Sîncanê pêşwazîkirin.