KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 16:18 5 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP’ê da zanîn ku di cotmehê de 19 jin hatine qetilkirin û 18 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya meha cotmehê weşand. Li gorî raporê; di meha cotmehê de 18 jê bi awayekî guman bi giştî 37 jinan jiyana xwe ji dest dan. Hat destnîşankirin ku ji 19 jinên hatine qetilkirin 5 jê ji ber hincetên weke daxwaza hevberdanê, nexwestina silhê bikin an jî nexwestine bizewicin, yek jî bi hinceta nîqaşên rojane hatiye qetilkirin. Her wiha hat gotin ku sedema mirina 13 jinên hatine qetilkirin jî nehat zanîn. 
 
Di raporê de hat gotin ku ji sedî 68’ê jinên li mala xwe û ji sedî 63’yê jê bi çekê hatine qetilkirin.