Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin

  • jin
  • 12:17 3 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nergis Muhammedî ya ku li Îranê girtî ye û xelata mafên mirovan a Nobelê wergirt ji ber ku şalpeyê nedaye serê xwe û red kiriye, wê sewqî nexweşxaneyê nekirine.
 
Parêzvana mafên mirovan Nergis Muhammedî li Îranî girtî ye û îsal ew hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin. Malbata Muhammedî daxuyand ku ji ber Nergisê şalpeyê nedaye serê û red kiriye wê sewqî nexweşxaneyê nekirine. Nergis Muhammedî ya 51 salî li Girtîgeha Evîn a Tahranê girtî û hat ragihandin ji ber nexweşîna dil ew li nexweşxaneyê bê tedawîkirin. Malbata Muhammedî daxuyaniyek nivîskî li ser medya dîjîtal belav kir û got: “Rêveberiya girtîgehê dibêje ji bo girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin, mecbûr in şalpeyê bidin serê xwe.” 
 
'DIVÊ BI LEZGÎNÎ ANJIYO BIBE’
 
Malbatê da zanîn ku rewşa jiyana keça wan di bin xetereyê de ye û divê ku Nergisê bi awayek lezgînî û tavilê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û anjiyo bibe. Malbatê diyar kir ku li girtÎgehê komek jin li dijî nebirina Nergisê ya nexweşxaneyê çalakiyên protestoyê li dar dixin.
 
Tevî daxuyaniya malbatê jî rayedarên li Tahranê tu daxuyaniyek fermî nedan.