Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?

  • jin
  • 09:17 26 Îlon 2023
  • |
img

HATAY - Li Hatayê jinên mexdûrên erdhejê yên di konan de, ragihandin ku ji bo kirê alîkariya wan nayê kirin, bêhna tozê ji xwarinê tê, berhemên paqijiyê bi dest wan nakevin û ji ber ku konteyner tune ne zarokên wan nexweş dikevin. 

 
Li Hatayê ku bandoreke pir mezin ji erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê girt, pirsgirkên ku mexdûrên erdhejê bi wan re rû bi rû dimînin didomin. 7 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî gelek kes di konan de ne. Mexdûrên erdhejê ku di warê peydekirina ava paqij û zexîre de zehmetiyê dikişînin, di warê gihaniyê û xwe gihandina tenduristiyê de jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Li Taxa Çekmeceyê ya navçeya Defne ya Hatayê jinên bi derfetên xwe kon ji xwe re danîne, pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin ragihandin. 
 
JIYANA DI KONAN DE
 
Hulya Yeşîloglû konek li nêzî mala xwe ya hatiye hilweşandin daniye û tevî 6 kesan di kon de dimîne. Yeşîloglû bilêv kir ku ji ber ku alîkariya kirê nastîne di warê debarê de zehmetiyê dikişîne û got: "Me ji bo vir doza konteynerê kir, lê kesî guh li daxwaza me nekir. Konên me ji germa çiriyane. Em bi derfetên xwe wan didirûn. Em tevî malbata hevjînê min 20 kes in. Tenê serşoyek û daşirek heye. Em hemû vê serşoyê û vê daşirê bi kar tînin. Ji zû de ava paqij a vexwarinê tune ye. Em nikarin berhemên paqijiyê peyda bikin. Kon ji mêş û kêzikan xalî nabin. Me doza dermanan kir, lê kes nehat ev der derman kir. Zivistan tê, dê kon di bin avê de bimînin. Ji ber ku ez ne li bajarê konteynera me, 3 meh in tu rayedar nehatine vir." 
 
NAXWAZE BIÇE BAJARÊ KONTEYNIRAN
 
K.Ç. ku nexwest navê wê bê eşkerekirin bilêv kir ku 7 meh in li benda konteyneran e, lê hê jî konteynera ji wan re nehatine. K.Ç. wiha axivî: "Êdî em westiyan hingî me doza alîkariyê kir û pirgsirêkên xwe anîn ziman. Ji bo kirê tu alîkariyê nadin me. Gotin, 'Tapoyê bîne, em ê konteynerê bidin te.' Min tapoyê bir, vê carê jî dibêjin here bajarê konteyneran. Ez naxwazim li wir bijîm. Ez li vir nêzî xaniyê xwe yê hilweşandî me. Li bajarên konteyneran mirovan wekî keriyên pez kom dikin. Em ditirsin. Bi hezaran mirovan di qadên wekî labîrentan de mehkûm dikin. Em li vir li baxçeyê xwe zebze datînin, em nan li tendûrê dixin. Bila konteyneran bidin, em ê li çara serê xwe binerin. Gelê Hatayê hilberîner e, em bi tena serê xwe heq ji vê rûxandinê dertên." 
 
'BÊHNA TOZÊ JI XWARINÊ TÊ'
 
Arzû Acar jî bilêv kir ku ew û 2 zarokên xwe û dê û bavên xwe di kon de dimînin û got ku ji roja erdhej çêbûye heya niha bi berhevkirina hesinan debara xwe dike. Acarê diyar kir ku gava hesin berhev kirine nigê wê birîndar bûye û ji ber pirsgirêka gihandinê demeke dirêj nikairbûye biçe nexweşxaneyê. Acarê wiha domand: "Ji ber şrt û mercên konan nigê min mîkrop girt. Em 10 kes heman serşokê û daşirê bi kar tînin. 6 meh in ez kincên 7 kesan bi destan dişoom. Hê 2 hefte berê cilşoyê dan me. Gava erdhejê çêbû 10 hezra TL dan, paşê tu alîkarî nedan. Ez nikarim kirê bidim, ji ber konteynerê nedan em di konan de dimînin. Qet nebe bila ji bo zivistanê konteynerê bidin me. Gava baran dibare her tiştê me şil dibe. Bêhna tozê ji xwarinê tê. Em ditirsin nexweşîna pençeşêrê li me peyda bibe. Keça min dest bi lîseyê kir. Serwîs tune ye, koncên dibistanê tune ne, ez nikarim kincên dibistanê bikirim." 
 
MA / Dîlan Akyol