‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'

  • jin
  • 22:35 17 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan li Stenbolê têkildarî salvegera qetilkirina Jîna Emînî gotûbêj li dar xistin û jinan diyar kir ku ruhê têkoşîna jinên kurd bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li tevahiya cîhanê belav bûye. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  û Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Çepên Kesk bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) gotûbêj li dar xistin. Dayikên Aştiyê, Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan û gelek jin beşdarî gotûbêjê bûn. 
 
'RUHÊ TÊKOŞÎNÊ BELAV BÛ' 
 
Di gotûbêjê de ewilî Seroka Komeleya Enstîtûya Kurd a Stenbolê Remziye Alparslan axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Tevgera Jinên Kurd di şexsê Jîna de li tevahiya dinyayê belav bûye û got: "Me dît ku ruhê têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li tevahiya dinyayê belav bûye." 
 
Endama Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Çepên Kesk Rumeysa Bozkurt jî axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên şerên taybet li Kurdistanê tê meşandin û Meclisa Ciwanan li dijî şerê taybet kampanyayan daye destpêkirin û didome. 
 
‘REFERANSA ME HAFIZEYA ME YE' 
 
Ji Kovara Jineolojî Sevcan Kadîroglû herî dawî axivî û da zanîn ku ferqa sepana bekçiyên li Tirkiyeyê ji sepana li Îranê tune ye û ji ber têkoşîna jinên kurd serhildana Jîna Emînî ewqas li cîhanê belav bû. Kadîroglû anî ziman ku jinan di rêya heqîqetê de gelek bedel dane û got: "Em di pêvajoyên rehet de derbas nebûn. Referansa me hafizeya me ye." 
 
Piştî axaftinan bername bi dawî bû.