Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin

  • jin
  • 15:17 22 Tebax 2023
  • |
img
WAN - Li Îranê 2 jinên din ên girtî hatin darvekirin. 
 
Hat destnîşankirin ku li Îranê 2 jinên din ên di girtîgehê de dihatin ragirtin, hatine darvekirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, jinên bi navê Naroi Sahargah û Soresh Marudî ya di dema serhildana Girtîgeha Seqizê de firar kiribûn û dîsa hatibû girtin, hatine darvekirin. Hat îdiakirin ku Marûdî ji ber sûcê “cinayetê” hatiye darvekirin. 
 
Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norveçê ye, ji serê sala 2023’yan ber bi îro ve li Îranê, herî kêm 423 kes hatine bidarvekirin. Lê belê hat destnîşankirin ku rastiya hejmara kesên hatine darvekirin ji van reqemên hatine piştraskirin gelek zêdetir e.