Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • jin
  • 11:30 20 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Neteweya Demokratîk nifteya jiyana azad û wekhev e” derket. 
 
Hejmara 25’emîn a Kovara Jinê bi dosyaya “Neteweya Demokratîk nifteya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e; em siyasetê ji serweriya mêran derdixînin” ku ji hêla Koma Kovara Jinê ve hatiye amadekirin derket. Di vê hejmarê de balê dikişînin ser avakirina Neteweya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Nivîsa “Weke Qadeke Disiplînê ya Polîtîk Por” a ji nivîsa Jana Nakhal hatiye wergerandin û nivîsa Esma Kaya Ceylan a “Xanim boxçavan hat” de jî mijara nû ya di hejmara nû ya kovarê de ne. 
 
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne: 
 
* Neteweya Demokratîk nifteya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e; em siyasetê ji têkela mêran derdixînin / Koma Kovara Jinê 
 
* Çedes / Yuksel Mutlu 
 
* Weke Qadeke Disiplînê ya Polîtîk Por / Jana Nakhal 
 
* Xanim boxçavan hat / Esma Kaya Ceylan