Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin

  • jin
  • 12:21 9 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, ji bo kilsa di semawerî de jê bibin “ava lîmonê” bi kar anîbûn. Bi vê sedemê jî 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn. Lêpirsîn bi îdiaya “madeya nayê zanîn” hate vekirin û li 5 jinên di qawîşê de doz hate vekirin. 
 
Siyasetmedar Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci ji Doza Kobanê hatine girtin û li Girtîgeha Jinan a Sîlîvriyê tên ragirtin. Di 22’yê sibatê de ji bo kilsa di semawerî de çêbûye jê bibin, “ava lîmonê” bi kar anîn û 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn. Ji ber lîmonên ji kantîna girtîgehê hatine kirin bi kar anîne, li Oduncu, Yagci û Ayla Akat Ata, Meryem Belî û Dîlok Yagli doz hate vekirin. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; gardiyanan di 22’yê sibatê de bi ser qawîşa jinên HDP’î de girtin. Gardiyanan dest danîn ser kavanoza tije av û parçeyên lîmonê tê de bûn. Piştre jî ji ber vê kavanozê derheqê Oduncu û Yagci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Her du jinan di 2’yê adarê de têkildarî kavanoza hatiye desteserkirin de parastina nivîskî dan. Di parastina xwe de gotin ku ji kantînê semawer kiribûn, ji bo paqijkirina kilsa tê de çêbûye ava lîmonê xistine hundirê wî û kelandine. Girtiyan got ku ava lîmonê ya behsa xeberê ev demekî dirêj bû li rex pacê bi awayekî servekirî disekinî, gardiyanan bi dehan caran ev av dîtine, di serdegirtinan de hatiye desteserkirin lê dîsa li wan hatiye vegerandin. 
 
CEZAYÊ HUCREYÊ
 
Di çarçoveya lêpirsîna lijneya disiplînê ya girtîgehê de, li Oduncu û Yagci di 4’ê tebaxê de bi îdiaya “Çek, gule, madeyên teqemeniyê, her cureyên tiştên birînê, tiştên qulkirinê, yên şewitandinê, xeniqandinê, yên dikin mirov ser hiş bibin, gazên mirovan kor dikin, her cureyên jehr û derman û madeyên tiryakê, telefon, bêtêl, amûrên ragihandinê yên elektronîk xistine qawîşê û li cem xwe girtine” 11 roj cezayê hucreyê hate birîn. 
 
JI DOZGERIYÊ RE HATE ŞANDIN
 
Di biryara Lijneya disiplînê de dema lêpirsîna disiplînê didomiya de hat gotin ku mijar ji hêla dozgeriyê ve jî tê lêkolînkirin. Li gorî vê yekê, rêveberiya girtîgehê “ava lîmonê” ya di kavanozê de weke “madeya nayê fêmkirin” pênase kir û ji bo lêkolînkirinê di 9’ê adarê de şand Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. 
 
ÎDDIANAME HATE AMADEKIRIN 
 
Dozgeriyê, ji bo lêkolînkirina ava lîmonê ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Bati ya Enqereyê 7 roj dem xwest. Piştî lêkolînê, di 2 û 3’yê gulanê de ji girtiyan parastina wan guhdarî kir. Di heman demê de siyasetmedar Ayla Akat Ata, Meryem Belî û Dîlek Yagli jî di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan. Ata, got ku bi sala ye ji ber “paqijkirina kilsê” daxwaznameyê didin, her wiha li fîşê kantînê dinivîsin lê heta niha ji wan re nehatiye dayîn lewma jî ji bo kilsa heyî bi rêbazeke xwezayî paqij bikin, kavanoza bilîmon amade kirine. 
 
RAPORA PISPORAN WERGIRTIN!
 
Dozgeriyê, tevî vê yekê jî derheqê siyasetmedarên jin de îdianame amade kir. Têkildarî kavanozê behsa xeberê rapora kesê pispor hate girtin û hat îdiakirin ku ava di kavanozê de “etîl alkol e.” Lê belê tu agahî nehatin destnîşankirin bê ka rapor ji bo çi hatiye girtin. Di îdianameyê de hat xwestin ku Ayla Akat Ata, Meryem Belî, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci bên cezakirin. Îdianame, di 27’ê tîrmehê de ji hêla 11’emîn Dadgeya Cezayên Giştî ya Bati a Enqereyê ve hate qebûlkirin. 
 
MA / Mehmet Aslan