Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin

  • jin
  • 14:38 7 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Derheqê jinên TJA’yî yên daxwaza diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê şermezar kiribîn de  lêpirsîn hate vekirin.
 
Bertekên li dijî daxwaza tevlibûna Serokatiya Karên Diyanetê ya Doza Kobanê didomin. Duh jî aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser Rêya Armûşê ya li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê pankarteke mezin a bi nivîsa “Daxwaznameya ku Serokatiya Karên Diyanetê der barê hevalên me yên di doza komployê ya Kobanê de tên darizandin de pêşkêşî dadgehê hatiye kirin, gotin di cih de be dijminatiya kurdan e. Em vê fetwaya diyanetê ya mîna DAIŞ’ê qebûl nakin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin, hûn ê nikarin ji têkoşîna me ya mafdar re bibin asteng. Jin jiyan azadî.”  vekiribûn. Demek piştre jî polîsan pankart anîn xwarê û desteser kirin. 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopiyayê Asuman Kulter jî di nav de, têkildarî 6 jinên TJA’yî lêpirsîn hate vekirin. Polîsan îro jin vexwendin emniyetê û îfadeyên wan girtin. 
 
Heman pankart duh li Cizîrê jî bi avahiya Partiya Çepên Kesk ve hatibû daliqandin. Polîsan ew pankart jî desteser kirin û têkildarî bûyerê girtename nivîsandin.