Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe

  • jin
  • 12:45 28 Tîrmeh 2023
  • |
img
KOCAELÎ – Jina ducanî ya bi navê Cansel Dûrsûn, ji ber xwedî li kuçikên kolanan derketiye, bi zarokê xwe ya 6 salî re rastî tundiya zilamekê hat û zaroka jê re ducanî bû jî ji ber avêt. Hat destnîşankirin ku birayê faîl, vê carê gefa mirinê li Dûrsûn dixwe. 
 
Jina ducanî ya bi navê Cansel Dûrsûn  tevî zarokê xwe yê 6 salî ji bo lêçûnên xwe bistîne xwest biçe dikanê. Lê belê Cansel ji ber xwedî li kuçikên kolanê derketiye û xwarin dide wan rastî êrişa zilamekê hat. Zilamê di serî de tundî li kuçik kiriye piştre berê xwe da Dûrsûn û zarokê wê yê 6 salî. 
 
Dûrsûn a 28 roj bû dûcanî bû, ji ber tundiya zilamê êrişkar zaroka di zikê xwe de jî winda kir. Dûrsûn a faîl gilî kiriye vê carê jî rastî gefa kuştinê ya birayê faîl hat.