Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 09:03 16 Tîrmeh 2023
  • |
img

ÊLIH - Aktivîsta TJA'yê Gurbet Dogan, bibîr xist ku di dema desthilata AKP'ê de 7 hezar û 990 jin hatine qetilkirin û li dijî vê îşaret bi avakirina tora têkoşîna hevpar kir. 

 
Li Tirkiyeyê her roj ji ber polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinan ên desthilata AKP'ê jin tên qetilkirin. Di sala 2023'yan de ji bajarên ku gelek jin lê hatin kuştin yek jê jî Êlih e. Di 7 mehên ewil ên sala 2023'yan de li Êlihê 5 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. 
 
Di meha adara 2023'yan de Z.A. (43) û T.A. (33), di nîsanê de E.T. (77) û di tîrmehê de F.Y. (35) û A.E. (37) hatin qetilkirin. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gurbet Dogan destnîşan kir ku kuştina jinan ne derveyî polîtîkayên AKP'ê ne û li dijî vê ferasetê îşaret bi girîngiya avakirina tora têkoşîna hevpar kir. 
 
7 HEZAR Û 900 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Dogan bibîr xist ku di 21 salên desthilata AKP'ê de 7 hezar û 900 jin hatine qetilkirin û got ku ji roja ku Peymana Stenbolê hatiye betalkirin jî zêdetirî 610 jin hatine qetilkirin û 410 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Dogan bilêv kir ku berprisê vê yekê detshilat e ku Peymana Stenbolê betal kiriye. Dogan diyar kir ku detshilat bi van polîtîkayên xw eyên li dijî jinan polîtîkaya bêcezatiyê jî xistiye meriyetê û got: "Her roj jin tên kuştin, rastî detsdirêjî û destavêtinê tên. Cezayên kêm, nêrîna civakê ya li hemberî jinê, qelsbûna perwerdehiyê û kêmbûna xebatên serwetxkirinê her roj dibin sedema kuştina jinan." 
 
Dogan destnîşan kir ku dewlet di warê parastina mafê jiyanê û pêşîgirtina tahdeya li dijî jinan de xwedî berprisiyar e û bal kişand ser qanûna bi hejmara 6284'an. 
 
Dogan bal kişand ser mirina bi guman a jinan jî û got: "Piştî Peymana Stenbolê zêdetirî 410 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev mirinên ku ji bo wan tê gotin 'xwekuştin an jî qeza' mirinên bi guman in. Ji lew re emniyet, dozger, dadger berhemên feraseteke nêrza ne. Ev feraset sedema kuştina jinan venakole. Jin diçe qereqolê gilî dike, lê li vir hewl didin wê û zilamê tahdeke rli hev bînin. Paşê jî tê kuştin. A rast ev feraseta desthilat û dewletê ya li hemberî jinê nîşan dide."
 
Dogan destnîşan kir ku li hemberî jinan êrişeke topyekûn heye û got ku li dijî vê divê tora têkoşîna hevpar bê avakirin. 
 
MA / Fethî Balaban