Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin

  • jin
  • 09:01 26 Hezîran 2023
  • |
img
STENBOL - Jinên ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga têkoşîna yekgirtî kirin wiha gotin: “Divê li dijî feraseta serwer  a dijminê jinan û kurdan em pratîka têkoşîneke xurt nîşan bidin.”
 
Bi têkbirina DAIŞ’ê re ku gef li cîhanê dixwarin, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berhema Şoreşa Rojava ye her ku diçe zêdetir dibin. Hem polîtîkayên li dijî kurd û hem jî yên li dijî jinê yên hikumeta AKP’ê bi komkujiyên li ser jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçin kûrtir dibin. AKP ku ji sala 2015’an û vir ve bi operasyonan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire, di nava 4 salên dawî de 9 jin di sûîqestên Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) de qetil kirin. Di êrişa dawî ya 20’ê hezîranê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş (Rihan Amûdê) û ajokarê wesayîtê Firat Tûma li Qamişloyê hatin qetilkirin. 
 
Nûnerên jin ên partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û li dijî êrişên ku weke “Dijminatiya kurd û jinan” dinirxînin banga têkoşîna yekgirtî kirin. 
 
HEDEFA ÊRIŞAN JIN IN
 
Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca, êrişa li dijî jinên Rojavayî weke dijminatiya demokrasiyê penase kir. Koca, anî ziman ku bi êrişên li dijî herêmê re jinên tevgera azadiya kurd û têkoşîna azadiyê didin hedef tên girtin û têkildarî polîtîkayên êrişên dewleta tirk ên li dijî kurdan wiha got: “Desthilat hewl dide kurdê xwe, nasnameya xwe ya jinê û tîpolojiya xwe ya însanî biafirîne. Di nava planeke çalakiyê de ne ku hewl dide kurdên xwe bi ser HUDA-PAR’ê re ava bike. Ji ber wê yekê divê êrişên li dijî Rojava mirov weke pêngaveke  di riya avakirina faşîzmekek bêkêmasî de bixwîne.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ
 
Koca diyar kir ku êrişên li dijî kurdan ne tesaduf in û wiha berdewam kir: “Girîngiya têkoşîna yekgirtî ya şoreşger a li dijî van êrişan îspat kir ku bi taybetî ji bo jinan pêdiviyeke jiyanî ye. Ji bo ji van êrişan re bersiv bê dayîn, divê hemû hêzên sosyalîst, şoreşger û welatparêz ên çepgir li hev bicivin û bi dengekî bilindtir bêjin, ‘Em naxwazin careke din van komkujiyan bijîn’.”
 
MITABEQETA LI ASTANAYÊ 
 
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî têkildarî hedefên êrişê wiha got: “Di civîna dawî de ku li Astanayê pêk hat, Tirkiyeyê xwest ku têkoşîna hebûnê ya gelê kurd û statuya hatiye avakirin ji holê bê rakirin. Bi êrişa li Qamişloyê ya bi hevdîtinên Astanayê re bi awayekî hemwext pêk hat, em dibînin ku di danûstandinan de bi taybetî ji bo Rojava mitabeqetek pêk hatiye.”
 
‘EM LI CEM GELÊ KURD IN’ 
 
Taşçi, anî ziman ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin şerê serweran ên parvekirinê ne û bi lêv kir ku di vê parvekirinê de di serî de destkeftiyên gelê kurd û gelên din helwesteke hevpar hatiye nîşandan. Taşçi di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin li rex têkoşîna mafdar a gelê kurd cih bigirin û van êrişên Tirkiyeyê paş ve bibin. Ev yek ji bo şoreşgerên Tirkiyeyê, ji bo jinan û hemû hêzên demokrasiyê berpirsyariyeke me ya bingehîn e. Em ê têkoşîna li dijî faşîzmê bi mil bi mil bi daxwazên mafdar û rewa yên gelê kurd bidomînin.”
 
BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
 
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozge Akman, diyar kir ku desthilat dê di serdema nû de êrişên li dijî Rojava zêde bike û da zanîn ku desthilat bi êrişan re peyama “em ji operasyona derveyî sînor re hene” dide. Akman, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hêzên emperyal ên navneteweyî gelek caran li gorî berjewendiyên xwe cih digirin û li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Lê belê raya giştî ya demokratîk helbet divê berteka xwe nîşan bide. Şer û operasyonên bi vî rengî wê tu carî nebin alîgirê gelên kedkar.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Nûnera Partîzanê Sînem Ozkan jî anî ziman ku bi qetilkirina Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî û Yûsra Derwêş avaniya demokratîk a azadîxwaziya jinê hedef hatine girtin. Ozkan bi lêv kir ku êrişa li Qamîşlo ne tenê li dijî jinan, li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye kirin û got: “Divê em li dijî zîhniyeta serdest a ku dijminatiyê li jin û kurdan dike, pratîkeke têkoşînê ya xurt nîşan bidin. Mezinkirina têkoşîna bindestan bi têkoşîna bi hev re dibe. Ancax bi vî rengî em dikarin vê bêdengiyê bişikînin.”
 
MA/ Esra Solîn Dal