Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe

  • jin
  • 15:01 25 Hezîran 2023
  • |
img

SILÊMANIYE - Di axaftinên vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd de ev peyam hate dayîn: “Çiraya Nagihanê vêxistî dê li vê pirtûkxaneyê aj bide. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dê mezin bibe.” 

 
Bernameya vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di roja duyemîn de berdewam in. Jinên ku li avahiya navendê hatin ba hev, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin avahî. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û ji Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jin tev li bernameyê bûn. Her wiha Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê, ji Almanyayê bijîşk Barbara Pade Theissen ku gelek xebatên wê yên li ser civaka baviksalar hene, Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê û ji gelek deverên cuda yên cîhanê jin jî tev li bernameyê bûn. Jinên ku ji çar aliyên cîhanê ji bo vekirina navendê hatin ba hev, bi xwe re pirtûk û kovarên dîrok û têkoşîna jinan vedibêjin bi xwe re anîn û bexşî pirtûkxaneyê kirin. 
 
JIN JI BO YEK ARMANCÊ CIVIYAN
 
Ji Komeleya Nivîskarên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşî da zanîn ku jinên ji çar aliyên cîhanê hatin Silêmaniyeyê ji bo yek armancê civiyane. Hoşî, got ku wê silavên jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîne û wiha domand: “Jin li wir têkoşîna azadiyê dimeşînin. Gelek jinên dixwestin bên vê derê ji ber derfetên kêm nekarîn bên. Her wiha jinên nivîskar ên rojavayî silavên xwe ji bo we hebûn. Tevî hemû bêderfetiyan jî girîng e ku ev pirtûkxaneye hatiye vekirin. Li me jinan pîroz be.”
 
BERHEMA KEDA JINAN E
 
Fatma Rojhilat jî li ser navê Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tev li bernameyê bû. Rojhilat, xebatên endama Akademiya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi bîr xist. Rojhilat, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ev der, weke berhema kedekê hate vekirin. Divê em jî xwedî li vê kedê derkevin û berdewamiya wê bînin. Dê meşa me ya di vê rêya nûnertiya têkoşîna jinan dike de bidome. Ez bejna xwe li hemberî têkoşîna hemû jinên daxwaza azadiyê diikn ditewînim.” 
 
KAMPFEN A ALMAN: EM BI KELECAN IN
 
Sina V. Gemeinsam Kampfen ku ji Almanyayê tev li bûbû jî destnîşan kir ku xebatên dê navend bimeşîne girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeydkirina stranên dapîrên me, ji bo demokratîkbûnê pir girîng in. Me ber bi Mezopotamyayê ve dibe ku me çand, paşeroj û zimanê xwe li wir dîtiye. Li vir lêkolînên dîrokî tên kirin û wateya vê ji bo me gelek mezin e. Em li vir in ji ber ku em dixwazin bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Em dixwazin piştevaniyê bikin û pêş bixin. Lewma em bi kelecan in. Dê hemû jin bibin parçeyekî vê pêvajoyê.” 
 
‘DÊ DÎROK Û CIVAKÎBÛNA JINÊ WERE XWENDIN’
 
Ji Herêma Federe ya Kurdistanê Sirweey Beyan jî got ku dê dîroka têkoşîna jinên kurd li vê pirtûkxaneyê were nivîsandin û lêkolînkirin. Beyan, anî ziman ku hemû dinya dê di serî de jinên kurd, dîroka jinên cîhanê û civakîbûna wan bibîne û bixwîne. 
 
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ' 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî jinên kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin silav kir û wiha got: “Ez wan jinên ji bo pêkanîna xeyala Nagihanê em li vir civandin silav dikim. Dema bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ re hesaba Jîna Emînî dihat pirsîn, me bihîst ku kedkara vê dirûşmê Nagihan hatiye qetilkirin. Li Rojhilat Jîna, li Başûr Nagihan, li Rojava Hevrîn Xelef, Yûsra, li Fransayê Sakîne, Leyla û Fîdan... Li hemû deverên ku destkeftiyên gelê kurd lê hene, dixwazin peyamekî bidin me. Dixwazin paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinê tune bikin. Dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin. Em jî li vir, li vê pirtûkxaneyê vê peyamê didin: Çiraya Nagihan û rêhevalên wê vêxistî dê li vê pirtûkxaneyê aj bide û dengên li pirtûkxaneyê belav dibin dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê belav bike. Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin.” 
 
Guneş, di berdewamê de daxuyand ku têkoşîna rêhevala wan a nemir Nagihanê nîvco nema ye û wiha axivî: “Vaye hevalên te îro li vê derê xeyaleke te pêk anîn. Em ê hemû xeyalên te yek bi yek pêk bînin.” Di vê navberê de li eywanê dirûşma “Nagihan nemir e” olan da. 
 
Piştî axaftinan, jinan pirtûk û berhemên bi xwe re anîn li Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi cih kirin. 
 
Bername bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Rêheval Nagihan nemir e” bi dawî bû.