Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn

  • jin
  • 14:22 24 Hezîran 2023
  • |
img
SILÊMANÎ - Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin demekî dirêj xebatên wê meşandin îro tê vekirin. Bi pirtûkxaneyê dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn. 
 
Xeyalên endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe ku ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê lê dixebitî hate qetilkirin, pêk tên. Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya Akarselê di çarçoveya projeye de demekî dirêj xebata wê meşand îro dê bi aktîvîteyekê li Silêmaniyê bê vekirin. Jinên ku bi dirûşmeya “Dîroka jinê ji zimanê jinê binivîsin” li dijî feraseta ku dîrokeke lehengên wê mêr in û jinan nabîne derketin rê, wê bi pirtûkxaneyê re dîroka jinên kurd ên bi taybetî 5 hezar sal in nayên dîtin ronî bikin.
 
Di projeyê de tê destnîşankirin ku ne tenê jin, di heman demê de dîrokên gelên hatine kolonîzekirin çawa hatine xera kirin û nayê dîtin. 
 
TEVKARIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Pirtûkxane tevî ku feraseta li ser jinên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye afirandin û belge û pirtûkên li ser wan hatine nivîsandin, bi giranî karê nêrîna oryantalîst e jî wê xwe bi zimanê xwe rave bike. Di rastiyê de xebatên dîrokî, tecrûbeyên jinan, pirtûkxane, arşîv, navendên lêkolîn û bîrê yên li deverên cuda yên cîhanê weke mekanîzmaya xweparastinê li dijî tinehesibandina jinê derdikevin pêş. Pirtûkxaneya li ser bingeha cihêrengiya etnîkî û zimanî ya jinên Kurdistanê, wê xebatên lêkolînkirin, belgekirin, arşîvkirin û veguhastina dîroka xwe bimeşîne, dîroka xwe bi zimanê dayikê vebêje û tevkariyeke girîng li têkoşîna azadî û wekheviya jinê ya li ser eksena paradîgmaya “Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk, Demokratîk” bike. 
 
JIN DÎROKA XWE DINIVÎSIN
 
Jin wê bi Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Lêkolînan û Arşîvê dest bi nivîsandina dîroka xwe bikin. Armanca bingehîn wê avakirina navendeke lêkolîn û bîra zanistî be ku jinên kurd bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bîne cem hev. 
 
ARMANCA BINGEHÎN A PIRTÛKXANEYÊ
 
Pirtûkxaneya ku dê li ser sê lingan bê avakirin, armanc dike ku rastiya pirreng a jiyana jinê derxe holê; li gel zihniyeta ku jinê paşguh dike û paşdixe jî, dê bibe navendeke perwerde û lêkolînê ya dînamîk, zindî ya zanistî û lêkolînê ku xebatên bi armanca ku bingehên nasnameya jina azad ber bi hişmendiyê ve bibe.
 
Li Kurdistanê wê navendek bê avakirin ku her xebateke ji demên berê heta roja me ya îro têkoşîn, hilberîn, çand û hişmendiya jinê nîşan dide û li wir xebat û lêkolînên li ser jinê hatine nivîsandin û ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin, cih bigirin. Her wiha bi berhevkirin û analîzkirina çîrok, lorîk, gotin, zêmar û stranên di nava kevneşopiya devkî de wê navendeke arşîv û bîrdariyê bê avakirin û derfet bê dayin ku jin bi dîroka xwe re têkiliyeke xurttir û rasterasttir ava bikin û li wir ne tenê nivîs, her wiha xebatên dîtbarî û dengî jî bên komkirin û parastin. 
 
BÎRA JINAN WÊ BÊ QEYDKIRIN 
 
Di heman demê de pirtûkxane armanc dike ku platformeke zelal, dînamîk be ku xebatên jinên ku di beşên wêje, huner, akademî, siyaset, felsefe, zanist û gelek qadên din de hildiberînin, fikrên wan tên berhev kirin, lêkolîn tê kirin, mîrateya çandî û madî ya jinê û bîra wan tê qeydkirin û parvekirin. Di serî de li gundan ji vegotina jinên çanda kurd bi xurtî dijîn, heta newayan heta kuliyeta dîroka devkî ya têkildarî jinên kurd û jinên gelên din wê bê avakirin. Di serî de jinên Kurdistanî dê lêkolînên jinan, berhemên çandî, wejeyî û zanistî û arşîvên şexsî yên mîna rojnivîsk wê di hewzekî de bên komkirin û arşîvkirin. 
 
DÎROK WÊ DERKEVE HOLÊ 
 
Her wiha daneyên li ser dîroka jinên Kurd ku heta niha ji dîroka xwe bêpar hatine hiştin, wê bên ronîkirin û binesazî bê afirandin ku ji nifşên pêşerojê re bên veguhastin. 
Agahdarî û belgeyên derbarê sazî, dezgeh û tecrubeyên rêxistinî yên jinan ku ji demên berê heta îro li Kurdistanê kar dikin, li ser yek adrêsê bên komkirin û serpêhatî û danehevan ji xwe gihandina jinan re bê vekirin. Her wiha wê toreke ku jinên ji hemû herêmên Kurdistanê û jinên akademisyen, hunermend, rewşenbîr ên Kurdistanî yên ji her devera cîhanê li hev bicivin bê avakirin. Hemû berhemên nivîskî yên jinan wê veguhêzin hawira dîjîtal û rê li ber xwe gihandina hemû jinan veke.
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel