Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir

  • jin
  • 12:21 15 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê Ebû Hatîm Şakra ku yek ji faîlên Hevrîn Xelef û gelek komkujiyên din e û ji Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê mezûn bûye kir. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin bi daxwaznameyekê giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê Ebû Hatîm Şakra kir. Gokhan di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku Ebû Hatîm Şakra di serî de siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef ji gelek komkujiyan berpirsyar e. 
 
GILÎ KIR 
 
Gokkan, bal kişand ku Şakra ji Zanîngeha Artûklû ya li Tirkiyeyê mezûn bûye û wiha got: “Ez giliyê Zanîngeha Artûklûyê, kesên raye û bandora wan heye ku ev rêveberê rêxistinê xebatên xwe yên li Tirkiyeyê bidomîne, Hakan Fîdan ê heta demekî nêzîk serokatiya Teşkîlata Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) dikir, peywîrdarên MÎT’ê yên din û hemû peywîrdarên cemaweriyê yên van sûcdaran diparêzin dikim. 
 
Gokkan, da zanîn ku sûcên vê rêxistinê û piştevanên wan kirine dikevin nav sûcên şer ên giran û diyar kir ku peywîra dozgeran heye ku li dijî van sûc û sûcdaran bikevin nav liv û tevgerê.