Jinên Posxovê: Divê ev pergal biguhere

  • jin
  • 09:02 10 Gulan 2023
  • |
img
ERDEXAN - Jinên li gundên navçeya Posxov a Erdexanê anîn ziman ku divê êdî desthilata AKP'ê biçe û ji bo guherînê jî îşaret bi Partiya Çepên Kesk kirin. 
 
Li gundên navçeya Posxov a Erdexanê jinan destnîşan kirin ku bi desthilata AKP'ê re jiyana wan zehmet bûye. Li gundê Setkabel, Kirtko û Çildêrêtê yên navçeya Posxovê jinan anî ziman ku êdî nikarin debara xwe bikin û gotin ku ev pergal tenê wê bi Partiya Çepên Kesk re biguhere. 
 
‘DIVÊ PARTIYA KURDAN SERBIKEVE'
 
Ji gundiyan Ayşe Eraslanê diyar kir ku divê Partiya Çepên Kesk ku kurdan temsîl dike di hilbijartinê de bi ser bikeve û got: "Em gundî, di warê aborî de pir zehmetiyê dikişînin. Keça min zanîngehê kuta kir, lê nehat tayinkirin. Hêviya me ji vê hilbijartinê ciwanên me û siberoja me ye. Lewma ez ê dengê xwe bidim partiya kurdan." 
 
'DEWRA SILTAN SILÊMAN QEDIYA'
 
Ji jinan Bûlût Eraslan jî destnîşan kir ku êdî divê ev pergal biguhere û got: "Sewalkarî û cotkarî nema. Kes êdî nikare tiştekî bikire. Rewşa pîvaz û kartolan diyar e. Em li vir debara xwe bi sewalkariyê dikin. Niha em rabin sê heywanên xwe bifiroşin, em karibin tenê yekî bikirin. Qediya êdî, divê ev kes biçe. Divê kesek du caran keyatiyê jî neke. Em êdî wî naxwazin. Ez ê di hilbijartinên serokkomariyê de bidim Kiliçdaroglû û di ya parlementeriyê de jî bidim Partiya Çepên Kesk. Mirov ditirsin biaxivin. Dewra Siltan Silêman qediya. Dibêjin em ê we bigirin, çi dikin bila bikin. Em doza heqê xwe dikin. Dibêjin kurd terorîst in. Tu me wekî terorîst dibînî nabînî jî tu zanî. Çi dibe bila bibe, em ne ji we ne." 
 
‘EM NIKARIN KÎLOYEK PÎVAZ JÎ BIKIRIN’
 
Gozel Elmasê jî bal kişand ser bihabûnê û got: "Êdî em nikarin mazotê û giha bikirin. Gundî êdî birçî ne. Rêya me dûr e, em nikarin biçin bijîşk jî. Wan mirovan pir eciqand. Êdî divê ev pergal biguhere. Niha em nikarin kîloyeke pîvaz jî bikirin." 
 
Sabîha Eraslanê jî got: "Bila Partiya me (Partiya Çepên Kesk), bila kurd serkeftî bin. Bila mafê me yê gotinê hebe. Bi taybetî di warê aborî de pirsgirêkên me hene. Ciwan bi gilî û gazinc in. Ji bo siberojê bêhêvî ne. Bila ji bo ciwanên me baş be. Ez jî dixwazim mafê me û mêran wekhev bin. Mesela ez jî dixwazim teqawid bibim, lê ji bo siberoja me tu tişt tune ye." 
 
‘MADEM EM BIRA NE ÇIMA EM NE AZAD IN?'
 
Gulseren Gulerê jî ji bo siberojê îşaret bi yekîtiyê kir û got: "Vê carê em ê serbikevin. Ji bo siberoja zarokên me divê em bibin yek. Em li vî welatî bi hev re dijîn, lê em nikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin. Madem em bira ne, nexwe çima kurd ne azad in? Di vê hilbijartinê de ji xeynî serketinê tu rê nîn e." 
 
MA / Adnan Bîlen