Jin doza guherînê dikin: Hêvî Partiya Çepên Kesk e

  • jin
  • 09:01 10 Gulan 2023
  • |
img
DERSIM - Jinên dersimî diyar kirin ku desthilata AKP-MHP'ê jinan bi xizaniyê re rû bi rû hiştiye û gotin: "Em bawer dikin ku dê Partiya Çepên Kesk biguherîne. Hêviya me Partiya Çepên Kesk e." 
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dersimê tu gund nehiştin ku neçûyê. Şandeya partiya ku gund bi gund û mal bi mal digere, li her derî bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Jinên ku bi coşeke mezin partiyê pêşwazî kirin, diyar kirin ku hêviya wan Partiya Çepên Kesk e û gotin ku dê desthilata AKP-MHP'ê ku zilmê li gel dike bişînin. 
 
‘EM Ê DESTHILATÊ BIŞÎNIN'
 
Fecîde Aldemîrê diyar kir ku krîza aborî ya ku desthilata heyî bûye sedema wê bi her awayî bandorê li wan dike û got: "Em di warê aborî de zehmetiyê dikişînin. Dahata me tune ye. Ger Erdogan biçe wê baş be. Înşele em ê jê xelas bibin. Em bawer dikin ku dê Partiya Çepên Kesk biguherîne. Em bi hev re vê desthilatê bişînin." 
 
'HÊVIYA ME PARTIYA ÇEPÊN KESK E'
 
Elîf Yildizê jî bi lêv kir ku gel êdî bêzar bûye û divê ev desthilat biçe wiha pê de çû: "Xeta min diyar e. Ez HDP'î me, ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Ew jî partiya me ye. Em ê bi hev re vê desthilatê hilweşînin. Ji bo hilweşandina Tayyîp Erdogan, em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû. Piştî hilbijartinê hin daxwazên me hene. Em dixwazin navê Dersimê bê îadekirin. Em ji bo vê têdikoşin. Hêviya min Partiya Çepên Kesk e." 
 
GEL BI XIZANIYÊ RE RÛ BI RÛ YE
 
Hanim Ekerê jî bilêv kir ku di dema desthilata AKP'ê de bi xizaniyê re rû bi rû mane û ev tişt gotin: "Kirê, her tişt biha bûye. Ger gelê me mil bi de milê hev, helbet ev dê biqede. Ger şaşiyê bikin, em ê tim bieciqin." 
 
Songul Yilmazê jî diyar kir ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û got: "Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû dê vê pergalê biguherînin. Her du dê vê desthilatê bişînin, bilêta xwe stendine." 
 
MA / Eylem Akdag