Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin

  • jin
  • 15:59 29 Nîsan 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Semra Kiratli di hevdîtina bi jinan re de wiha got: “Em ê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Bûroya Hilbijartinê ya Taxa Dudu ya navçeya Gazîemîrê bi jinan re civiya. Eleqeyeke zêde ya jinan hebû û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Semra Kiratli tev li hevdîtinê bûn. 
 
‘DÊ JIN BI SER KEVIN’
 
Semra Kiratli di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku ji bo azadiya jinan dê li her qadê têbikoşin. Kiratli, bi domdarî got ku jin dê mohra xwe li hilbijartinan bidin û ev tişt anî ziman: “Dê jin bibin avakerên komara demokratîk û welatê azad. Bêyî ku em keyfxweşiya xwe winda bikin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin. Dê jin bi ser kevin û rengê Tirkiyeyê biguherînin.” 
 
Gulser Yildirim jî bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî gelê kurd û wiha got: “Wekî her gelî em jî mafên xwe dixwazin. Em dixwazin ku ziman û çanda me azad be. Ev daxwaz, daxwazên herî bingehîn in. Lê tehemûla vê jî nakin.  Êdî têkçûna desthilatdariya AKP’ê dest pê kir. Em ê dengên xwe biparêzin û bi ser kevin. Em ê bi rêya hilbijartinan deriyê çareseriyê, aştiyeke birûmet û jiyana nû vekin. Têkoşîna jinên kurd a li Rojava îro ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Ev yek, berhema sekna xurt a jin û dayikên me ne.”
 
ÇEPÊN KESK LI HEMÛ NAVÇEYAN E
 
Namzetên parlamenteriyê yên Îzmîrê li navçeyên Konak, Buca, Karabaglar, Menderes, Selçûk, Torbali, Urla, Balçova, Seferîhîsar, Karşiyaka, Çîglî, Odemîş, Foça, Dîkîlî û Kemalpaşayê jî xebatên hilbijartinê domandin. Di dema hevdîtinên bi gel re û serdanên esnaf û rêxistinên civaka sivîl de eleqeyeke mezin bo Partiya Çepên Kesk hebû.