'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'

  • jin
  • 09:21 26 Nîsan 2023
  • |
HATAY - Rêveberên jin ên pêkhateyên ku dê di bin banê Partiya Çepên Kesk de tevlî hilbijartinê bibin, diyar kirin ku li Hatayê armanca wan 2 parlementer in û ji bo vê bang li jin û ciwanan kirin. 
 
Partiya Çepên Kesk, li Hatayê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Endamên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya JInûve Damerzandinê ya Sosyalîst (SYKP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyaslît (SGDF) ku hewl didin ji Hatayê 2 parlementeran bişînin Meclisê, bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Hulya Ateş, diyar kir ku piştevaniya wan a bi mexdûrên erdhejê re didomo û di ber vê re jî xebatên xwe yên hilbijartinê dikin. Ateş destnîşan kir ku jin ji bo azadiya xwe û mafên xwe yên hatine bipêkirin teqez divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got ku Partiya Çepên Kesk li Hatayê balê dikişîne. Ateş got: "Partiya Çepên Kesk, dê kavilên di dil û ruhê gelan de rake. Em bi vê bîr û baweriyê tevdigerin. Çendî dilê me xembar be jî, hêviya me jî ew qasî mezin e." 
 
'CIWAN DIVÊ DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK'
 
Hevseroka SYKP'ê ya Hatayê Belgîn Ayranci jî anî ziman ku li çar aliyên welêt birçîbûn, cinayetên jinan û rûxandina eklojiyê heye û got: "Jin û ciwan divê ji bo azaidya xwe, ji bo temsîliyeteke wekhev, ji bo bi hev re rakirina kavilên erdhejê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." 
 
'JI BO DENGÊ JINAN'
 
Ayranci bang li gelên Hatayê kir ku ji bo azadiya xwe, ji bo siberoja xwe û ji bo jinûveavakirinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got: "Bi hezaran jin  ji ber şideta mêr ne li jiyanê ne. Pergaleke ku şidet, destdirêjî û destavêtinê pesend dike heye. Ji bo guherandina vê pergalê, li Meclisê gotina jinê heye. Temsîliyeta feminîstan û jinan jî di Partiya Çepên Kesk de bi pergala fermuarê pêk hat. Li Hatayê namzetê me yê rêza duyemîn, ji têkoşîna jinê ye. Ji bo bibe dengê me, em wê bişînin meclisê." 
 
Endama SGDF'ê Gamze Toprak jî destnîşan kir ku Hatay piştî karesateke mezin ber bi avakirina jiyanê ve diçe. Toprakê anî ziman ku li vir kirdeya damezrîner şoreşger in û got ku wekî Partiya Çepên Kesk bênavber ji bo 14'ê Gulanê dixebitin. Toprakê bilêv kir ku Partiya Çepên Kesk li Hatayê li hemberî dewleta ku gel di bin kavilan de hişt hêzeke xurt e. 
 
Toprak diyar kir ku Partiya Çepên Kesk rengvedana azadî û jiyana wekhev e û got: "Niha li hemberî vê dewletê hêza herî dînamîk em jin in. Em dixwazin vê yekê bi awayekî herî xurt li Meclisê jî bidomînin. Tekane partiya ku vê bike jî Partiya Çepên Kesk e. Em jin jî divê em xebateke baş bikin. Divê Partiya Çepên Kesk, li dijî desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî herî bihêz bilind bike." 
 
MA / Mujdat Can