Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê

  • jin
  • 17:08 22 Nîsan 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Partiya Çepên Kesk li navçeya Cizîrê jin vexwend mitîngê. 
 
Dê di 24’ê nîsanê de li Qada Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Dîsa Jin Dîsa Jiyan” û bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran mîtînga jinan bê li dar xistin. 
 
Di çarçoveya xebatên mitîngê de li taxên Nûr û Cûdî yên Cizîrê,  bi tevlibûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk xebat hatin kirin. Di xebatê de cejna jinan hate pîrozkirin û jin ji bo mitîngê hatin vexwendin.