Li Agiriyê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 20:01 21 Nîsan 2023
  • |
img
AGIRÎ - Li Agiriyê jina bi navê S.G. a 50 salî ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê S.G. (50) ku li Apartmana Şafak a li Taxa Abîde ya Agiriyê dijiya, ji aliyê kurê xwe M.G. (29) ve bi amûreke bibir hate qetilkirin. Tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê hatin cihê bûyerê tespît kirin ku S.G. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Kujer M.G. hate binçavkirin.