Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn

  • jin
  • 14:02 11 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. 
 
Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 30’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Merasîma bîranînê li goristana gundê Amara yê Xelfetiyê hate lidarxistin. Li gel xizmên Ocalan, her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Xelfetiyê û Dayikên Aştiyê tev li merasîmê bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Xelfetiyê Fatma Korkmaz di bîranînê de axaftineke kin kir û wiha got: “Dayika Uveyş, bi tena serê xwe dîrokeke. Abdullah Ocalan anî dinyayê û bû wesîleya afirandina têkoşîna gelê kurd.” 
 
Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Uveyş Ocalan.