EŞÎK: Lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in

  • jin
  • 23:59 10 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK’ê diyar kir ku lîsteyên parlamenterên partiyê siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin, ji temsîliyeta wekhev gelekî dûr in û got: “Heya nûneriya wekhev, bi qanûnî û bi ewle pêk neyê, em ê têbikoşin.“

Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî lîsteyên namzetiyê yên partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartinê bibin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lîsteyên parlamenteran ji temsîliyeta wekhev gelek, dûr in û wiha hat gotin: “Piraniya jinên ku di lîsteyan de navê wan hene, li cihên ku dê neyên hilbijartin, hatine bicihkirin. Rêjeya jinan bi awayekî çêkerî weke ku zêde ye nîşan dan. Lîsteyên ku temsîliyeta wekheviyê nakin, divê ji aliyê saziyên hilbijartinê ve bên redkirin. Divê qanûnên ku hêmana wekheviyê binpê dikin, werin betalkirin. Heya temsîliyeta wekhev, bi qanûnî û bi ewle pêk neyê, em ê têbikoşin.“