Jin li Ewropayê daketin qadan: Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve

  • jin
  • 21:47 8 Adar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê jinên kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan.
 
Li paytexta Fransa Parîs, bajarê Marsîlya yê Fransa û paytexta Ermenistan Erîvanê, bajarê Dortmûnd yê Almanya û paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jinên kurd bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê ve” daketin qadan û 8’ê Adarê, bi meş, daxuyanî û mîtîngan pîroz kirin.
 
PARÎS
 
Li paytexta Fransa Parîsê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi meşeke bi heybet hat pîrozkirin. Tevgera Jinan û sendîka li Fransayê dekatin qadan. Xwepêşandana herî bi heybet li Parîsê bû. Li Parîsê, jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji ber Navenda Çanda Kurda ya Ahmet Kaya heta qada Républîqûe ve meşiyan. Jinan erbanên li ser ”Ez Evîn Goyî me” nivîsandî hilgirtin. Gava meşê bêyî navber daxwaz ji bo edaletê hat kirin. Jin, cil û bergên neteweyî tev li mîtîngê bû û dirûşmeya ”Jin jiyan azadî” berz kir. Di mîtîngê de pankartên wêneyên Sara, Rojbîn û Rônahî û Evîn Goyî li ser, hatin hildan û qetilkirina jinan hat şermezarkirin.
 
Li qada Républîqûeyê bi sendîkayan re ber bi qada Natîonê ve li meşê hat dewamkirin. Di meşê de bertek nîşanê qirkirina jinan û yasaya teqawîdiyê hat dayîn û peyamên ji bo pîştevaniya navneteweyî hatin dayîn.
 
Di daxuyaniyê de daxwaza azadiyê hat kirin û dirûşmeya ”Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
 
MARSÎLYA
 
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya TJK-E Marsîlyayê û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meş û mîtîngê hat pîrozkirin. Saziyên jinan ên li Marsîlyayê û gelek kes tev li meşê bûn. Meş, ji qada Canabîere dest pê kir, li qada Vîeûx Portê bi mîtîngê dewam kir. Zîlan Rojava ku di mîtîngê de axivî, diyar kir ku ew şahiya 8’ê Adarê ya îsal, di şexsê Evîn Goyî de ku li Parîsê hat qetilkirin, dikin diyarî ji bo hemû jinan. Rojava destnîşan kir ku jinên Kurd, bi perspektîfa ”Jin azad nebin, civak azad nabe” ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengiyê ji şoreşa jinan re dikin.
 
Di mîtîngê de banga tevlêbûna kongreya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hat kirin. Kongre di 12’ê Adarê de wê bê lidarxistin.
 
ERÎVAN
 
Li patexta Ermenistan Erîvanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Daxuyanî ji aliye Yekîtiya Jinên Azad ve hat dayin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
”8’ê Adarê, ji bo me li dijî hemû curên tundiyê yên lidijî jinan û hişmendiya baviksalariyê ya bi hezarê salan, roja têkoşîn û berxwedanê ye. Em, vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û dibêjin ku ji bo em li cîhanê bi aramî, bi wekhevî û azadî û bêyî ku cudahiya zayendî hebe bijîn, divê em jin hîn zêdetir têbikoşin. Ya herî giring jî ew e ku em yekîtiya jinan li ser bingeha azadiya jinan bi pêş bixin û sedsala 21’emîn bikin sedsala şoreşa jinan.
 
“Dewleta faşîst û mêrê desthilatdar, ji jina zana û azad ditirse. Lewma bi hemû rengên hovane êrîşê jinan dikin. Em jî ji dewleta faşîst û serweriya mêr re dibêjin hûn ne bi kuştin ne jî bi girtin û tecewizê nikarin me jinan bêdeng bikin. Berovajiyê wê, hêrsa jinan û civakê her diçe xurt dibe li dijî zihniyeta we ya faşîst, mêrsalar û dagirker. Ger îro tekoşîna jinên Kurd li cihanê bûye mînak, ew jî bi ked û felsefeya Rêber Apo ye. Lê ev 25 sal in Rêberê me di girava Îmraliyê de girtiye û tecrîda girankirî li hemberî Rêberê me dewam dikin. Em jin, erka me ya yekemîn ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkiye û em dizanin heta Rêber Apo azad nebe em jinên jî azad nabin, bêyî guman azadiya me bi azadkirina Rêber Apo misoger dibe.
 
Em, jin em ê bi tekoşîn û berxwedana xwe li ser felsefeya Rêber Apo ku ji bo me afirandiye têbikoşin hişmendiya mêrê desthilatdar û faşîzma AKP/MHP’ê têk bibin.
 
Li ser vê bingehê em dibêjin; em jin hebûn in, em hen e û em ê hebin. Bi dirûşmeya, 'Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinan ve dimeşin' dibêjin, 8’ê Adarê li hemû Jinên ku ji bo azadiya jinan canê xwe feda kirine û hemû jinan pîroz be.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 
DORTMÛND
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê Dortmûnd yê Elmanya bi pêşengiya Wênesaz Songul Kurt pêşangeha wêneyan a bi navê “Jin jiyan azadî” hat vekirin. Songul Kurt a ku di vekirina pêşangehê de axaftinek kir, spasiya xebatên Meclîsa Jinê ya Rozerînê kir ku bûne wesîleya hevgirtina huner û jinan. Songul Kurt anî ziman ku ev proje ji xebatên jin û zarokên ku bi qasî 2 mehan beşdarî qursa wêne bûne pêk tê û got ku ji bilî vê projeyê jin û zarok bi hunerê xwe careke din kifş dikin. Songul Kurt spasiya hemû kesên ku keda wan di pêşangehê de heye kir û got: "Em li bendê ne ku her kes were pêşangeha me serdan bike."
 
Pêşengeh wê heta 11’ê Adarê vekirî be.
 
HELSÎNKÎ
 
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, rêxistinên femînîst, çep, şoreşgerên Fînlandiyayê û Kurdistanî meşek girseyî li dar xist. Girseya gel saet di 17:00 de li ber Stockman a navenda bajêr li hev civiya û ber bi qada Narinkkatorî ve meşiya. Di meşê de sembol û alên rêxistinên cuda û pankartên têkildarî têkoşîna jinan hatin hildan. Di meşê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
 
Koma muzîkê Rythms of Resistance jî bi muzîka xwe coş li beşdarvanan zêde kir. Rêxistinên jinan li qada Narinkkatorî peyamên xwe dan. Di peyaman de bi taybetî li jinên Kurd û Efxanî 8'ê Adarê hat pîrozkirin.