TJA’yê ji bo piştevaniya bi jin û zarokan re bang kir

  • jin
  • 16:30 12 Sibat 2023
  • |
img
AMED - TJA’yê diyar kir ku divê pêdiviyên jin û zarokên li herêmên erdhejê bên pêşwazîkirin û banga mezinkirina piştevaniyê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo jin û zarokên li herêma erdhejê banga piştevaniyê kir. Di daxuyaniya nivîskî ya TJA’yê de hate gotin ku tevahiya gel di nava serferberiya piştevaniyê de ye û diyar kir ku dewletê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. 
 
ÎKTÎDAR PIŞTEVANIYÊ ASTENG DIKE 
 
Bi domdarî hat got ku karesat û şer encamên kapîtalîzmê ne û ev tişt hatin parvekirin: “Di vê çarçoveyê de li hemberî karesatan berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê dewletan. Di vê karesatê de dewletê berpirsyariyên xwe bicih neanîn û hewl da ku weke qeder be bi gel bide qebûlkirin. Îktîdara AKP-MHP’ê gelê ku ji erdhejê bibandor bûyî weke ‘provakator’ tawanbar kir û hewl da bertekên wan ên mafdar bi rêya tundî, gef û sansûrê bitepisîne. Îktîdarê negot bê ka bacên erdhejê yên bi salane ji gel distîne ji bo ku derê xerc kirine, hewl da rê li ber piştevaniya civakî bigire û zordestiyê li gel dike. Îktîdar li berpirsyariyên xwe ranebû û piştevaniya civakî ya mezin û hestiyariya gel jî asteng dike. 
 
DIVÊ HESAS NÊZÎ JIN Û ZAROKAN BIBIN 
 
Li gel windahiyan, her wiha bi erdhejê re hilweşînên psîkolojîk, civakî û aborî jê çêdibin. Weke ku tê zanîn, ji karesatan herî zêde jin, zarok û komên hesas bandor dibin. Di jin, zarok û komên hesas de rê li ber travmayên mezin vedike. Bi taybet jî di karesatan de bi tundiyên fîzîkî, zayendî û psîkolojîk re rû bi rû dimînin û pirsgirêka ewlehiyê dijîn. Di heman demê de zarok jî travmayên giran dijîn. Erdhejê bandoreke giran li hemû gelê me kir lê bi taybet jî divê pêdiviyên jin, zarok, astengdar û komên hesas bên pêşwazîkirin. Li herêmên erdhejê di serî de pirsgirêka cihê mayînê, alavên paqijiyê û daşirê bên çareserkirin. 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Weke TJA’yê banga me ji bo hemû rêxistinên jinan, platform, STK û aktîvîstan ew e ku xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin. Ji roja ewil heta niha em bi gelê xwe re bûn û pirsgirêkên wan ji nêz ve dişopînin. Em ê bi gelê xwe re bin û piştevaniyê mezintir bikin.”